Şehîdên 14`ê Tîrmehê li Lubnanê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera 38`an a şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê ya li girtîgeha Amedê li bi bîr anîn.

Şehîd Kemal Pîr, Elî Çîçek, Xeyrî Durmuş û Akîf Yilmaz pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di girtîgeha Amedê de sala 1982`yan berxwedaneke dîrokî li hember dewleta Tirk a faşîst nîşan da. Ji bo bîranîna wan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Lubnanê li Beyrûtê civînek li dar xist. Endamên PYD’ê û kurdistaniyên li wir tev li civînê bûn.

Civîn li Hola El-Bereke ya li Beyrûtê li dar ket. Di civînê de Şervîn Cûdî bi navê PYD`ê axivî û şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê û tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Şervîn soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Şervîn Cûdî wiha axivî: “Gelê Kurd wek bersivekê ji derbeya 12`ê Îlonê re li Tirkiyê, di 14`ê Tîrmehê de biryara xwe ji bo jiyana azad da. Em giyanê berxwedan û rûmetê di kesayeta şehîdên destpêkê mîna Mihemed Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek û tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Di heman demê de vê rojê li gelê Kurd û dostên wî pîroz dikin.”

Şervîn di berdewama gotinên xwe de behsa geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Lubnanê kir û bal kişand ser ku gel bi israra xwe li ser berxwedana li dijî dijmin û yekitiya Kurd armancên şehîdan pêk anîn. Lê li Lubnanê gelê Kurd ji ber rewşên siyasî yên li wir û belavbûna pandemiya Koronayê, rewşeke zehmet dijî.

Li aliyekî din endamê PYD`ê yê şaxê Lubnanê Beşîr Firat axivî û şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û got: “Ji gelek salan ve em di bin zilmê de dijîn û dijmin komkujiyan li dijî gelê me pêk tîne. Lê îro em serê xwe ji dijmin re natewînin û dagirkeriyê qebûl nakin. Me li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin heta ku em armancên gel û şehîdan pêk tînin.”

Di dawiya civînê de beşdaran sloganên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din