Şehîdên 14`ê Tîrmehê li Dirbêsiyê hatin bibîranîn

Meclisa Gel a Navçeya Dirbêsiyê ji bo danasîna berxwedana 14`ê Tîrmehê û êşkenceya li têkoşerên di zindanên Tirkiyê de hatiye kirin, fîlmek ji şêniyan re nîşan da.

Sala 1982`an têkoşerên damizrênerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ku di nava wan de "Şehîd Kemal Pîr, Elî Çîçek, Mihemed Xeyrî Durmuş, Akif Yelmaz" hebûn, tevî hemû zext û êşkenceya li wan hatiye kirin jî di zindana Amedê de li dijî faşîzma Tirk berxwedaneke bêhempa nîşan da.

Ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê, Meclisa Gel Navçeya Dirbêsiyê bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê li parka şehîd Zevîn fîlmek li ser berxwedana zindana Amedê nîşan da.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin destpêkirin, piştre heta 2 saetan fîlm hat nîşandan.

Di dawiyê de beşdaran dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin û berxwedana têkoşeran silav kirin.

(cx)

 ANHA


Mijarên Din