Şehîd Zîn Şoreş li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û herêma Serêkaniyê cenazeyê şervana YPJ’ê  Zîn Şoreş li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê oxir kir. Şehîd Zîn Şoreş di 21`ê Tebaxê de dema li herêma Serêkaniyê bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê li ber Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê kom bûn da ku cenazeyê şervana YPJ`ê Hêvîdar Beşar (Zîn Şoreş) wergirin.

Girseya gel piştî wergirtina cenaze bi karwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê ve çû. Li goristanê bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê pêşwaziya girseya gel kir.

Girseyê li goristanê cenazeyê şehîd Zîn Şoreş hilgirt û ber bi cihê merasîmê ve meşiyan.

Merasîma oxirkirinê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG`ê ve dest pê kir. Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Serêkaniya, Zehra Vedo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Zîn Şoreş re xwest. Zehra wiha got: "Şehîd Zîn Şoreş jiyana xwe di oxira parastina gel de da û beşdarî hemû pêngavên leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû."

Paşê li ser navê malbata şehîd Zîn meta wê ya endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sara Beşar axivî û îşaret bi şopandina rêya şehîd Zîn kir.

Piştî bidawîkirina axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê kirin. Hevrêyên şehîd Zîn cenazeyê wê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê spart axê.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din