Şehîd Zîlan li Qamişloyê hat bi bîranîn

Têkoşer Zeyneb Kinacî (Zîlan) di salvegera şehadeta xwe ya 23'yan de li bajarê Qamişlo hat bi bîranîn.

XBi boneya salvegera 23'yan a çalakiya fedayî ya şehîd Zeyneb Kinacî (Zîlan), Kongreya Star a bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan jinan civînek li hola Seyran li dar xist.

Hola civînê bi wêneyên şehîd Zîlan, alên Kongreya Star û pankartên bi diruşmeyên "Bi Berxwedana Zîlan û Arînan em ê dagirkeriyê têk bibin" hat xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, senevîzyoneke li ser kurtejiyana têkoşer Zîlan hate pêşandan.

Endama Rêveber a Kongreya Star Adar Mihemed axivî û got, divê xeta têkoşînê ya şehîd Zîlan were domandin, a ku ji bo azadiya gelên blindest giyanê xwe feda kir.

Adar diyar kir ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî asta têkoşîna gelê Kurd, bi taybet jinên Kurd bilind kir.

Civîn bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din