Şehîdê YBŞ‘ê Êrîş li Kobanê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Bengîn Xalid Şêx Ehmed (Êrîş Kobanê) ê ku dema erka xwe pêk di anî li Şengalê şehîd bû, li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê îro bi merasîmekê girseyî cenazeyê şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Bengîn Xalid Şêx Ehmed (Êrîş Kobanê) yê di 28‘ê Îlonê de dema erka xwe pêk di anî li Şengalê şehîd bibû, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Di merasîmê de Fermandarê Hêzên Xweparastinê Nebo Temo axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku bi saya keda şehîdan DAIŞ şikest, hermên ji Bakur heta Rojhilatê Sûriyê û Şengalê hatin rizgarkirin û bi sedan kesên hatibûn revandin hatin rizgarkirin.

Nebo Temo bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û anî ziman ku armanca gefan zindîkirina DAIŞ‘ê ye da ku komkujiyan li ser gelên herêmê pêk bîne. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Bi navê malbata şehîd, Nezmî Şêx Ehmed sersaxî ji gelê Kurd re xwest û got, tenê şehadet rêya azadî û rumetê ye. Nezmî destnîşan kir ku ew bi şehadetê Êrîş serbilind in, şehîd Êrîş azarên ku bi serê gelê Şengal de hate tehemul nekir, ji ber ku tev li refên YBŞ‘ê bû û heta dawiyê soza xwe pêk anî.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şêniyên cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA


Mijarên Din