Şehîdê YAT‘ê Zîr Sikeriyê li Girê Spî hate oxirkirin

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên kantona Girê Spî cenazeyê şervanê Yekîneyên Antî-Teror Zîr Sikeriyê li Goristana Şehîd Mehmûd Tûmê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî cenazeyê şervanê Yekîneyên Antî –Teror Mihemed Ehmed bi nasnav Zîr Sikeriyê ê 18‘ê Tebaxê de li ser erka xwe şehîd bibû bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Mehmûd Tûmê spar taxê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya ji aliyê Yekîneyên Antî-Teror û Hêzên Xweparastinê ve dest pê kir. Ji fermandarên Hêzên Odeya Çalakiyên Taybet a Eyn Îsa Mehmûd Kobanê û endama Mecilsa Malbatên Şehîdan Necah Mihemed axivîn.

Di axaftinan de berxwedana pêkhateyên herêmê ya li dijî terorê hate destnîşankirin. Her wiha îşaret bi gefên Tirkiyê yên li ser herêmê hate kirin û hate gotin ku dê gelên herêmê li hemberî dagirkeriyê bisekinin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Suzan Berces nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd Zîr di nava dirûşmeyan de li Goristana Şehîd Mehmûd Tûmê ya li gundê Tenhûzayê hate veşartin.

ANHA

 


Mijarên Din