Şehîd Xalid Xilî hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG`ê Xalid Xilî li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê oxir kir.

Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê li pêşiya Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê kom bûn û cenazeyê şervanên YPG`ê Xalid Xilî (Şoreş Serêkaniyê) wergirt û bi karwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve ketin rê. Şervanê YPG`ê 16`ê Îlonê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, li herêma Serêkaniyê şehîd bû.

Li goristanê merasîmê bi rêzigirtinê dest pê kir, her wiha toreneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve hat lidarxistin.

Di merasîmê de hevseroka Desteya Kar û Barên Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîda Botî, ji fermandarên QSD`ê Enes Ereb bi navê malbata şehîd apê şehîd Hac Hesen Xilî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin. Her wiha îşaret bi rola şehîdan di bidesxistina destkeftiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wan di parastinê de, her wiha sekinandina li hember êrîşên derve û hundirîn û rola wan di yekrêziya pêkhateyên herêmê de hat kirin.

Axaftvanan îşaret bi rola YPJ/YPG û QSD`ê di têkbirina terorîstan de, her wiha berxwedana wan li hember gefên li dijî herêmê kir. Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan, hate dayîn.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Serêkaniyê Elî Ferhan ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Xalid Xilî bi dirşûmên dilsoziya bi şehîdan re hat oxirkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din