Şehîd Viyan Amara li Kobanê hate bibîranîn

Mamosteya zimanê Kurdî Viyan Amara ya ku di berxwedana parastina Kobanê ji çeteyên Cebhet El-Nusra de li gundewarên Girê Spî şehîd bûbû di salvegera 6‘emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê li pirtûkxaneya Şehîd Rodî û Perwîn bi beşdarbûna şêniyên Kobanê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, mamosteyên zimanê Kurdî, rewşenbîr û nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kantona Kobanê li dar ket.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Silêman Silêman  axivî, mamosteya zimanê Kurdî Viyan Amara bi bîr anî û got:  "Viyan ji destpêka şoreşa Rojava ve ji bo vejandin û belavkirina zimanê Kurdî têkoşiya. Her wiha jî  Amara da ku nifşên nû fêrî zimanê dayikê yê ku gelê Kurd ji hêla pergalên desthilat ve hatibû mehrûmkirin, li ber xwe da. "

Silêman diyar kir ku şehîd Viyan ji bo azadiya gelê xwe û parastina nirxên mirovî kedeke mezin da û wiha domand: "Bi êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusre yên li ser Girê Spî û hewldana ber bi Kobanê ve Amara pênûsa xwe û pirtûkên xwe danîn û rahişt çeka xwe da gel ji êrîşên hovane biparêze. Di encamê de ji bo xak, gel û zarok di aştiyekê de bû qurban. Îro bi saya wan qurbaniyan gelek destkeftî û serkeftin bi dest keftin û bi hezaran zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin û dinivîsin."  

Dûvre gelek stranên li têkoşeriya şehîd Viyan Amara hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Viyan Amara, tevlêbûna wê ya Tevger Rizgariya Kurdistanê û têkoşîna wê ya pêşdeçûna zimanê Kudî li Rojava bi giştî û li Kobanê bi taybet hat pêşandan.

(fr)

ANHA 


Mijarên Din