Şehîd Vejîn û Zinar bi merasîmekî bi heybet li Dêrikê hatin oxirkirin

Cenazeyên şervana YPJ‘ê Xedîce Bekir (Vejîn Zagros) û şervanê QSD‘ê Newzad Yehya (Zinar Botan) yên ku dema li ser erka şehîd bûbûn bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê, navçe, gundewarên wê, herêma Berav û Girkê Legê cenazeyên şervana YPJ‘ê Xedîce Bekir bi nasnav Vejîn Zargros û şervanê QSD‘ê Newzad Yehya nasnav Zinar Botan ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekê  berî dan goristana Şehîd Xebat Dêrik. Cenazeyê şehîdan bi alên QSD û YPJ‘ê û kulîlan hatibûn xemilandin

Li goristanê de, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji hêla şervanê YPG û YPJ’ê ve dest pê kir.

Piştre fermandarê YPG‘ê Heqî Kobanê axivî û wiha got: "Di kesayeta van şehîdan de em li hember qehremaniya şehîdan ên ku di oxira rûmeta gelê me de canê xwe dane bejna ditewînin. Hêviyên şehîdan ji bo me perspektîf û biryar in, divê em perspektîvên wan pêk bînin. Ji ber ji canê xwe pirek ber bi azadiyê ve ji gelan re ava kirine."

Ji aliyê xwe ve jî rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Dêrik sersaxî ji tevahî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re yên li dijî gefên Tirkiyê û çeteyên wê sekinîn, xwest.

Dêrik wiha domand: " Di vê merheleya hesas û nazik de ku herêm tê re derbas dibe divê hemû yekrêz bin û di refekî de li dijî gefên Tirkiyê yên li ser ewlehî û aramiya tevahî pêkhateyan xeter in, bisekinin.

Piştî axaftinan, nasnameyên şehadetê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrik ve hat xwendin û radestî malbatan hat kirin. Her wiha nasnameya şehîd Serhildan Cûdî bi rastnav Mihemed Şêrin Akan ku li şiyayên Kurdistanê şehîd bûbû, hat aşkerekirin.

Cenazeyên her du şehîdan di nava tilîliyê dayikan û silavkirina şehîdan de spartin axê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din