​​​​​​Şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê li Lubnanê hatin bibîranîn

Kongreya Star a Lubnanê şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn û got,  destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêkanîna berhemê keda wan şehîdan e.

Bi wesîleya salvegera 16`emîn a şehadeta endama Komîteya Navendî  ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl, bi dehan endamên Kongreya Star a Lubnanê li herêma Dahiya a Beyrûtê û herêma Burc Hemûd kom bûn û daxuyanî dan. Endamên kongreyê Sîlva Ebdo li herêma Burc Hemûd û li herêma Dahiya Yusra Reşo daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di hemû şoreşan de têkoşerên pêşeng hene ku şoreşê ber bi serkeftinê ve dibin. Gelek têkoşer û fermandar ji bo serxistina şoreşê canê xwe dan. Ji wan şehîd Şîlan û hevalên wê ne yên ku di encama kompoyeke de ku ji aliyê îstîxbarata partiya Baas a Sûriyê û hikumeta Tirk ve hatibû plankirin, hatin şehîdxistin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi saya wan şehdîan gelek destkeftî hatin bidestistin û aştî, azadî û demokrasî ji bo tevahî gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Di daxuyaniyê de şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bibîranîn û soza şopandina xeta wan hate dayîn.

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan û silavkirina berxwedana jinan hatin berzkirin.

ANHA


Mijarên Din