​​​​​​​Şehîd Mazlûm li Tirbespiyê hat oxirkirin

Cenazeyê şehdî Mihyedîn Miho (Mazlûm Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Digrê yê navçeya Tirbespiyê spartin axê.

Cenazeyê şehdî Mihyedîn Miho (Mazlûm Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Digrê yê navçeya Tirbespiyê spartin axê.

Ji ber tedbîrên li dijî Koronavîrûsê, di merasimê de tenê  endamê Hêzên Xweparastinê, Meclisa Malbatên Şehîdan, malbata şehîd amede bûn. Ji ber ku Şaneya Aloziyê ya ji bo parastina ji Koronavîrûsê kombûn qedexe kiriye.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubêd di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevrêyên wî re xwest. Her wiha Ubêd destnîşan kir ku bi hezaran ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina gel û rizgarkirina xaka wê de canê xwe feda kirine û bûn meşaleya ronîkirina rêça azadî û pêşerojê.

Ubêd piştrast kir ku dê li ser rêça şehîdan bin û wiha domand: "Em sod didin şehîdan ku dê li ser rêça wan heta pêkanîna tevahî hedefên di saya wê de şehîd bûbûn, bimeşin."

Piştre wesîqeya şehîd Mazlûm hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de hevrêyên şehîd cenaze tevî tilîliyên dayikan û diruşmên silavkirina şehîdan spartin axê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din