Şehîd Egîd Çîlo li Şehbayê hate bibîranîn

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê bi şevbuhêrkek hunerî têkoşer Egîd Çîlo bi bîr anîn.

Têkoşer Egîd Çîlo bi salan wekî rêveberê Saziya Zimanê Kurdî xebitî, piştre di nava Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê de, piştre li herêma Cizîrê kedeke mezin da meşand. Egîd Çîlo sala borî di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Ji bo bîranîna şehîd Egîd Çîlo Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê şevbuhêreke hunerî li dar xist. Bi sedan endamên komîteyê, xwendekarên dibistanan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kongreya Star beşdarî şevbuhêrkê bûn a ku li ser dika Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê hate lidarxistin.

Şevbuhêrk bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre senvîzyonek li ser jiyana têkoşer Egîd Çîlo hate pêşandan.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Xelîl Ehmed axivî, behsa rola têkoşer Egîd di belavkirin û perwerdekirina bi zimanê Kurd de kir û got: "Têkoşer Egîd ji destpêka şoreşa Rojava ve, hewl da zimanê di nava hemû şêniyên Efrînê de belav bike, ji ber ku di wê qenatê de bûn ku yê zimanê xwe biparêze dê hebûna xwe biparêze."

Xelîl got ew ê li ser şopa şehîd Egîd bin û zimanê Kurdî ji hewldanên qirkirina çandî biparêzin.

Piştre li ser şehîd Egîd Çîlo û zimanê Kurd hatin xwendin û ji aliyê komên mûzîkê ve stranên şoreşgerî hatin gotin.

ANHA


Mijarên Din