Şehîd Diyar li Şedadê hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Kemal El-Hiweyrî (Diyar) li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kir.

Girseya gel cenazeyê şehîd Diyar ê ku li bejahiya Dêrazorê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt. Paşê girse bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ket rê.

Piştî girseya gel gihaşt goristanê, merasîmê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê ji rêveberên meclisê Nacî El-Nicûm axivî.

Nacî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser ku çeteyên DAIŞ`ê di milê cografîk de bi dawî bûne, lê şaneyan wan hêj metirsiyekê li ser herêmê çêdikin.

Piştî axaftina rêveberê meclisê nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Kemal Hisên El-Hiweyrî di nava sloganên "Şehîd namirin" de li Goristana Şehîdan a Şedadê hate oxirkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din