Şehîd Bêrîtan li gelek navendan hat bibîranîn

Li gelek bajar û navçeyên kantona Qamişlo û Helebê şehîd Bêrîtan di salvegera 28’an a şehadeta xwe de hat bibîranîn.

Şehîd Bêrîtan Hêvî di 25’ê Cotmeha 1992’yan de çalakiyek di şerê berxwedanê ya li dijî îxanet û ajanên Kurd de li herêma Xakurkê pêk anî. Bêrîtan Hêvî heta dawiya guleya xwe şer kir û li ber xwe da. Piştî gule û cebilxaneya wê nema û da ku nekeve destê ajan û îxanetkaran xwe ji ser zinaran de avêt û şehîd bû. Bi vê boneyê rêzecivînên bîranîna têkoşer Bêrîtan Hêvî li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê hatin organîzekirin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê Kongreya Star civîneke girseyî li dar xist. Tê de pêkhateyên navçeyê ji Kurd, Ereb û Suryan amade bûn. Di civînê de endama rêveber a Kongreya Star Nûjîn Mihemed axivî û destnîşan kir ku êdî Bêrîtan bû sembolek ji sembolên têkoşîn û berxwedana jina azad li herêmê û wiha domand: "Em dibînin ku bi dehan şênî navên keçên xwe kirine Bêrîtan. Ev jî nîşane ye ku metod û şopa Bêrîtanê hê jî berdewam e."

Nûjîn Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk û bi hevkariya hin aliyên Kurd re hewl da vîna jina azad di kesayeta şehîd Bêrîtan de bişikînin. Lê Bêrîtan Hêvî teslîmkarî û heqaret qebûl nekir û derseke fedayîbûn û wefedariyê da îxanetkar û ajanan.

Nûjîn Mihemed got têkoşîn û berxwedana jina azad dijmin ditirsîne, bi taybet dewleta Tirk a dagirker. Nîşaneya vê yekê jî hedefgirtina wan a têkoşer Hevrîn Xelef û gelek jinên ku di oxira azadiya jinan de tê dikoşîn. Nûjîn Mihemed gotina xwe wiha bi dawî kir: "Lê mixabin em dibînin ku hin aliyên Kurd bi van siyasetan re hevkar in."

DÊRIK

Şêniyên Dêrik, endamên Saziyên Civaka Sivîl û endamên Kongreya Star şehîd Bêrîtan bi civînek li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya li Dêrikê bi bîr anî.

Di civînê de endama rêveber a Kongreya Star Hêzil Dêrik axivî û da zanîn ku şehîd Bêrîtan ji tevahî cîhanê re berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî zihniyeta ku dest diavêje azadî û rûmeta jinan, sepand û wiha pêk de çû: "Ji lew re em soza xwe li ser rêça şehîd Bêrtînan, ne tenê bi navlêkirina keçên xwe, lê belê bi şopandina rêça wê û fikra rizgariyê, nû dikin."

ÇILAXA

Bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa li Navenda çandê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan amade bûn. navenda çandê bi wêneyên şehîdan hat xemilandin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Mihemed destnîşan kir ku jina azad ji sedan salan ve li dijî tevahî rejîmên desthilatdar şer kiriye. Da ku jin bê rizgarkirin û mafên wê bên standin.

Zeyneb Mihemed bi lêv kir ku şehîd Bêrîtan di çalakiyeke leşkerî ya li çiyayên Kurdistanê de şehîd bû. Şehîd Bêrîtan teslîmkarî qebûl nekir û ji dêvla wê şehadet vebijart. Her wiha Zeyneb Mihemed bang li tevahî partiyên Kurd kir ku dev ji nakokiyên siyasî berdin û yekitiya xwe li hember siyasetên derve ava bikin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdî li Navenda Horî ya Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan jin û şêniyên navçeyê civînek hat lidarxistin.

Di civînê de endama Kongreya Star Zelal Mistefa li ser hin taybetmendiyên şehîd Bêrîtan axivî û wiha got: "Bêrîtan aşiqê azadiyê bû û heta kêliya şehadetê jî, têkoşîna xwe her tim di oxira azadiya jin, parastin nirxên wê û nirxên civakê de bû."

Zelal Mistefa destnîşan kir ku pêwîst e tevahî jinên Kurd û Kurdistanê li ser rêça şehîd Bêrîtan bimeşin.

HELEB

Li Helebê Kongreya Star bi civînekê salvegera 28’an a şehadeta têkoşer Bêrîtan bi bîr anî. Civîn li hola civînan li dar ket, tê de bi sedan ji şênî û endamên saziyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star Denîz Efrîn behsa jiyana şehîd Bêrtîna, têkoşîna wê ya li çiyayên Kurdistanê kir.

Denîz Efrîn berdewam kir ku şehdî Bêrîtan bi çalakiya xwe peyameke bihêz û xurt ji dijmin ra şand û rûyê jina Kurd a şoreşger a azad nîşan da.

Denîz Efrîn soza da ku hedefên şehîd Bêrîtan pêk bînin, têkoşîna ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û tevahî jinan bilind bikin.

Piştî axaftinê sînavîzyonek li ser rêwîtiya têkoşînê ya şehîd Bêrîtan hat pêşandan.

(fr)

ANHA


Mijarên Din