Şehîd Îbrahîm Reşo li Minbicê hat veşartin

Îro şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Îbrahîm Reşo yê şervanê Hêzên Artêşa Şoreşger(Hêzên Ceyş El-Siwar) li goristana şehîdan a başûrê Minbicê spartin axê.

Karwanê cenazeyê şehîd ji pêş nexweşxaneya Firatê ya Minbicê destpêkir. Gelek şêniyên bajêr û hevrêyên şehîd beşdarî merasimê  bûn. Şêniyan alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Artêşa Şoreşger û wêneyên şehîd hildan.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê torenek leşkerî çêkirin. Piştre fermandarê Hêzên Artêşa Şoreşger Ehmed Mutleq wiha axivî: "Da ku welat û gel bi rûmet bijî, kesên giranbiha dibin qurban û soza şopandina rêça şehîd da.”

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Werde Ehmed axivî û sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Şehîdan bi kedek mezin rêgezên jiyana azad û bi rûmet nivîsandin.”

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê serokê Karûbarên Olan ê Minbicê Elî Cimêlî wiha got: "Şehîd pêşengên rast in. Gotin li hember keda şehîdan nayên kirin. Ji ber wan ji bo ku azad û bi rûmet bijîn canê xwe dan."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Şêxo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata şehîd kir. Piştre cenaze di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din