Şehîdê Berxwedana Rûmetê Hebîb bi merasîmeke bi heybet li Kerkûkê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Hebîb Mewlud (Mazlûm Dogan) ê ji bajarê Hewlêr ê Başûrê Kuridstanê ku li Girê Spî di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibû, li Kerkûkê bi merasîmek heyet spartin axê.

Şervanê QSD’ê Îbrahîm Hebîb Mewlud (Mazlûm Dogan), di 16’ê Cotmehê de li gundê Sekeryan ê Girê Spî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi qehremanî şer kir û şehîd bû, duh bi şev ji Rojava gihiştbû navçeya Koye ya Hewlêrê.

Di saet 11:00’an de cenazeyê Mazlûm Dogan li navçeya Koyê li ber Nexweşxaneya Tiba Edlî bi merasîmek hate girtin ji bo bajarê Kerkûkê hate birêkirin.

Karwanê wesayîtên ku cenaze li gel de bû di saet 12:00’an de gihişt bajaroka Teqteq. Her cihê karwarnê şehîd lê derbas bû welatiyan rêz girtin.

Di saet 13:00’an de cenazeyê şehîd gihişt bajarê Kerkûkê û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” cenaze ber bi taxa Penca Elî ve hat şandin. Piştre li Mizgefta Aştî nimêja cenaze hate kirin û ber bi goristana Rehîmawa ve bi rêktin.

Li goristana Rehîmawa gelek axaftin hatin kirin.

Di axaftinana de hate gotin: “Ev ne şehîdê me yê yekem û ne yê dawiye jî. Bi dirêjiya dîrokê me ji bo azadiyê têkoşîn daye. Ji bo vê yekê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo azadiyê têkoşîn bikin.”

Her wiha hate gotin ku şehîd Mazlûm Dogan ê Kerkûkî li ser fikir û felsefeyek têkoşîn kir ku ew fikir û felsefe ti carî teslîmyetê qebûl nake. Ji bo wê divê em şopdarê doz û xebata wî bin.”

Li ser navê malbatê jî mamê şehîd Ehmed Mewlud axaftinek kir û di nava axaftina xwe de got; “Ne tenê Îbrahîm, gelek zarokên me yên din jî amade ne ji bo Kurdistanê canê xwe feda bikin. Ji bo me Kurdistan yeke. Demek gerîla bi xwîna xwe parastina vê xakê dikir, em jî dê bi xwîna xwe parastina Rojava bikin û wek xaka xwe dizanin.”

Di dawiya axaftinan de cenazeyê şehîd Mazlûm Dogan bi dirûşmeyan spartin axê.


Mijarên Din