Seferetxaneya Emerîkayê bendên ku bi Tirkiyê re lihevkirine eşkere kir

Seferetxaneya Emerîka li Enqereyê di dawiya giftugoyên Emerîka-Tirkiyê de yên ku ji sê rojan ve berdewam in daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de 3 bendên serekê yên hevdîtinê eşkere kir.

Seferetxaneyê di daxuyaniya xwe de got: Şandeya DYE`yê bi şandeya Tirkiyê ya leşkerî ya wezareta berevanî ya Tirkiyê re civiya da ku planên koordîneya avakirina herêma “ewle” li Bakurê Sûriyê nîqaş bike. Bendên ku her du alî li ser lihev kirine ev in:

-Bi lez pêkanîna tedbîran da ku metirsiyên Tirkiyê yên ewlehiyê çareser bibin.

-Avakirina navenda operasyonên hevpar di Tirkiyê de di zûtirîn dem de da ku avakirin û birêvebirina herêma “ewle” bi hev re koordîne bikin.

-Herêma “ewle” dê bibe korîdora aştiyê û ji bo vegera sûriyan ji welatê xwe re ked bê dayîn.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din