Li gor gotinên şêniyên Girkê Legê beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Girkê Legê ya ku çavdêriyê li ser paqijî, komkirina çopê û veguhastinê dike, yek ji beşên çalak ên di şaredariyê de ye.
Rojane li taxan digerin û 5 caran jî li sûkê digerin
Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a bajarê Girkê Legê rojane li kolanên bajêr digerin û çopê kom dikin. Her wiha rojê 5 caran li sûkê digerin û çopê kom dikin.
Ji wê jî zêdetir, beşa taybet a di şaredariyê de rojane keviyên rêyên giştî û tevahî rêyan paqij dike.
Hin şênî zagonên derxistina çopê pêk nayînin
Werşeyên Beşa Hawîrdorê rojane di demên diyarkirî de xebata paqijiya tax û sûka navendî dikin. Li rexma ku saetên derxistina çopê diyarin jî hinek şênî û xwediyên dikanan çopê ne di saetên diyar de datînin ser rêyan.
Karkerên Beşa Hawîrdorê giliyên pêkneanîna şêniyan a qanûnan derxistina çopê kirin û gotin, ev yek dibe sedem ku garê wan giran be.
Piraniya şêniyan fêr bûne ku çopê derengiya şevê derxin ji derve. Her wiha jî çopê naxin tûran û kuçikên li kolanan wê çopê derdixin û li kolanan belav dikin.
Bi taybet hin xwediyên dikanan çopê ne di dema wê de derdixin û çopê naxin tûran.
Bi vê yekê re di bajêr de dîmenên krêt derdikevin, darên ku li ser rêyan hatine çandin zirarê dibinin.
Karkerê Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel Ehmed Mehmûd Abdullah bang li tevahî şêniyan kir ku bi Beşa Hawîrdorê re bibin alîkar û wiha got: “Divê hemû şênî di demê ku hatî diyarkirin de çopê derxin û bixin tûran.”
(fr/bm)
ANHA