​​​​​​​Şedadê şehîdekî xwe spart axê

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîd Husên Hemade yê şervanê QSD’ê li Goristana Şehîdan a Şedadê spart axê.

Şêniyan cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Husên Hemade ku dema li ser erka xwe bû li Dêrazorê şehîd bûbû, ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirt û bi karwanekî girseyî berê xwe da goristanê.

Li goristanê, deqeyekê rêz hat girtin, piştre şervanên QSD’ê toraneke leşkerî li dar xist. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Nacî Nicom axivî û sersaxî da malbata şehîd Husên Hemade û hevrêyên wî. Nicom bal kişand ser ku têkoşîn û berxwedana xort û keçên herêmê, têrê dike ku dagirkerî û çeteyan têk bibe, her wiha herêmê ji qirêjiya terorê rizgar bike.

Li aliyekî din jî bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewdet Husên axivî û got dê xwedî li keda şehîdan derkevin, parastina destkeftiyên ku wan pêk anîne, bikin.

Piştî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Deham Ferec wesîqeya şehîd Husên Hemade xwend û radestî malbatê kir, cenazeyê şehîd hat veşartin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din