Sebze..hilberîna herêmî zêde ye, lê nirxê wê bilind e!

Tevî zengînbûna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erdên berhemdar ku dikarin rêgeza xwetêrkirinê ji herêma Firatê û herêmê derdorê re peyda bikin, mijara bihabûna nirxan ji mijarên herî zêde ku behsa wê tê kirine.

Axa erdên li nêzî çemê Firatê li Bakurê Sûriyê  bi berhemdariya xwe têne naskirin. Di nav wan zeviyan de tevahiya cureyên darên berhemdar û sebzeyan bi rûberên berfireh têne çandin.

Rêjeya çandina sebze û fêkiyan di nav zeviyên gundên rojavayê kantona Kobanê de li ser deştên rojhilatê Çemê Firatê bi awayekî balkêş zêde bûye.

Baxçeyên havîn û zivistanê li piraniya gundên nêzî rûbara çemê belav dibin bi taybet bajarokê El-Qenayê, Îlaçax, Dugurman, Iwêna, Bûraz, Hemdaşat, Qasîmiya û Qordîne.

Rûberên çandî yên kantona Kobanê

Rûbera baxçeyên bi sebzeyan hatiye çandin 400 hiktar e û di nava 4 mehan de zebzeyan hildiberîne û derdixîne bajar û gundewarên Minbic, Girê Spî û Eyn Îsayê û ji kantona Kobanê re peyda dike. Sebzeyên ku têne çandin bacanasor, bacanareş, xiyar, kusa (kondir) û zebeş in.

Li rex çandina sebzeyan 200 hiktar bi darên berhemdar hatine çandin.  Baxçeyên darên berhemdar miqdarên mezin ji fêkiyan hildiberînin û ji derveyî kantonê re têne şandin.

Ji cotkar heya sûkê çawa buha tê guhertin(cuda dibe)?

Ruxmî ku cotkarên herêmê ji ber kêmbûna miqdara sotemenî zehmetiyan dikşînin lê tonên sebzeyan bi buhayên li gorî asta jiyanî li Bakurê Sûriyê dişînin sûkan. Lê dema sebze dighêjin sûkên bajaran bi buhayên zêde têne firotin.

Cotkarê bi navê Xalid El-Salih ê ji gundê Iwêne dibêje ew weke cotkar sebzeyan bi buhayên guncew dişînin sûkan, lê ew di nav sûkên bajaran de bi buhayên gelek mezin têne firotin. Buhaya kîloya xiyar ji nav baxçeyan bi 50 lîreyên Sûriyê ji sûkan re têne şandin lê di nav sûkan de kîloya xiyar  bi 130 lîreyên Sûriyê tê firotn. Buhaya her kîloyekî ya bacanasor jî di nav baxçeyan de 100 lîreyên Sûriyê ye, lê di nav sûkan de bi 200 lîreyên Sûriyê ji her kîloyekê re tê firotin. Li gel ku lêçûna veguhestina sebzeyan kêm e ji ber ku dûrbûna di navbera bajarên herêma Firatê û baxçeyan de hindik e, ev diyarderd e hîna jî dewam dike.

Şêniyê bi navê Bozan Hebeş ê ji şêniyên gundê Iwêne ji ajansa me re dema li Kobanê bû, azarên xwe ji ber buhabûna nirxa sebzeyan anî ziman û got: "Tevî bihabûna sebzeyan lê firoşkar sebzeyên negihiştî difroşin me, çima nizanim? Rêveberiya Zemhêrê nikare tiştekî bike gelo muhesebekirin li ku derê ye?."

Rêveberiya Zemhêrê ya Kobanê sedemên bihabûna sebzeyan diyar dike

Li gel hindek dengên ku Rêveberiya Zemhêrê ya kantona Kobanê rexne dikin, rêveberiyê asta kontrolkirina buhayan û kalîtebûna sebzeyan diyar kirin.

Mudirê Rêveberiya Zemhêrê ya kantonê Ehmed Deban diyar kir ku dewriyên wan di nav kantonê de belav bûne û rojane sûkan kontrol dikin. Her wiha destnîşan kir ku jêdera sebzeyên ku digihêjin herêmê ne yek e. Hinek ji herêmê tên û hinek din jî ji berava Sûrî tên. Ji ber wê firoşkar buhaya sebzeyan bi kar tînin.

Deban wiha domand: "Me gelek caran ji şêniyan xwestiye ku her firoşkarê ku sebzeyan bi nirxên biha difroşin rêveberiyê agahdar bikin. Wê demê em dikarin karê xwe bikin. Lê mixabin şênî bi me re ne hevkar in û tenê lome ji me dikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din