Sûdan ji bo peymana bi Îsraîlê re amade ye, lê ger ji lîsteya piştevaniya terorê bê derxistin

Çavkaniyên sûdanî got rayedarên ji Amerîka, Îmarat û Sûdanê dê îro civînekê li Ebû Zebî der barê îmzekirina peymaneke muhtemel di navbera Sûdan û Îsraîlê de li dar bixe. Lê şertê îmzekirinê rakirina navê Sûdanê ji lîsteya dewletên piştevaniya terorê dikin û pêşkêşkirina alîkariyên aborî ye.

Malpera Axios a amerîkî daxuyand ku DYA û Îmaratê bersiva alîkariya Sûdanê ya aborî daye. Her wiha dê îmzekirina Sûdanê bi Îsraîlê re ya li ser plana aştiyê ragihînin.

Meclisa Serweriya Sûdanê duh diyar kiribû ku rayedarên sûdanî dê bi rayedarên amerîkî re, di serdana ji Îmaratê re di vê hefteyê de, rakirina navê Sûdanê ji lîsteya dewletên piştevaniya terorê dikin, lêkolîn bikin.

Ajansa Sûdanê ya nûçeyan bi bîr xist ku serokê Meclisa Serweriyê Abdulfettah Burhan û wezîrê edaletê Nesereddîn Abdulbarî di nava şandeya ku çûye Ebû Zebî de bûn. Her wiha bi rayedarên îmaratî re dosyayên herêmê nîqaş kirin.

Dê Abdulbarî piştî wê bi rayedarên amerîkî re ku serdana Îmaratê bikin rakirina navê Sûdanê ji lîsteya dewletên piştevaniya terorê dikin, nîqaş bikin, piştevaniya hikumeta demkî bikin û deynên Amerîkayê yên li Sûdanê betal bike.

Serokê meclisa demkî ya Sûdanê Abdulfettah Burhan tevî hejmarek ji wezîranan duh serdana Îmaratê kiribû.

(fr)


Mijarên Din