Sûd ji dema qedexeyê digire û gelek projeyên xizmetguzarî diqedîne

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê, di meha Nîsan borî û Gulana heyî de hewl dide gelek projeyên xizmetguzarî pêk bîne. Şaredariyê qedexeya derketina derve bikar anî da ku bi lez wan projeyan bidawî bike.

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li gel qedexeya derketina derve ya ji ber pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) hewl dide hejmara herî zêde ji projeyên xizmetguzarî pêk bîne. Di nav de guhertina 252 mîtreyan ji xetên kanalîzasyonê li her du beşên Rojava û Marûf ên taxa Şêxmeqsûd. Binesaziya toreyên kanalîzasyonê ya taxê ji ber topbarana dijwar a çeteyan gelek zirar dîtiye, ji ber wê şaredarî hewl dide tevahiya toreyê biguherîne.

Her wiha şaredarî hewl dide kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên ku zirar dîtine, bi kevirê şikandî sererast û çalên biçûk bi çîmento parspan dagire ji bo ku av û gemar tê de kom nebin.

Beşa Paqijiyê ya şaredariyê hemleya rakirina inqazan ji malên hatine topbarankirin didomînee. Tevahiya malên hilweşî ne paqij dikin da ku gemar tê de kom nebin.

Beşa Avê jî kolanên sereke yên taxê bi avê dişo û bi dermanên dij mêş û kontikeran dezenfekte dike.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Mihdî Bilal got, ew hewl didin projeyên xizmetguzarî di nav taxan de li gorî derfetan pêk bînin û wiha domand: "Li gorî plansaziya bê, em ê tevahiya rêyên nebaş restore bikin û zift bikin. Wek qonaxa yekemîn di dema niha de me rê bi kevirên şikandinî sererast kirin. her wiha ji ber şikanidna hinek lûleyên avê yên li nêz ser rûyê erdê av diherikî ji ber wê me sererast kir."

(şx)

ANHA


Mijarên Din