Sûcên dagirkeriya dewleta Tirk li Tirbespiyê hatin şermezarkirin

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşeke meşeleyî hate şermezarkirin û banga berxwedanê li hemberî dagirkeriyê hate kirin.

Li ser banga Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil a navçeya Tirbespiyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meşeke meşleyî hate lidarxistin.  Di meşê de hate gotin ku dewleta Tirk çand û nasnameyên gelên herêmê dike hedef.

Di meşa ku ji pêşiya navenda ciwanan a rojavayê navçeyê destpê kir de, bi sedan  kes tevlî bibûn. Di meşê de meşele, alên QSD, wêneyên qurbaniyên sûcên artêşa dagirker hatin hildan.

Xwepêşandarên di sûk û kolanên sereke yên navçeyê de meşiyan û li çerxerêya Azadî rawestiyan.

Li vir deqeyeke rêz hate girtin. Paşê li ser navê xwepêşandêran daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dagirkeriya dewleta Tirk şerê çanda hemû pêkhateyên herêmê dike û komkujiyan derheqê sivîlan de, pêk tîne.

Di daxuayniyê de banga bilindkirina asta berxwedanê li hemberî dagirkeriyê û derxistina wê ji xaka Sûriyê hate kirin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din