Sûcê domdar ê dewleta Tirk; bikaranîna çekên kîmyewî

Ji sala 1994'an ve û heta 2011'an dewleta Tirk a dagirker 46 caran çekên kîmyewî bi kar anîn û herî kêm 437 kes pê hatin qetilkirin. Dewleta Tirk vî sûcî hê jî didomîne û li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî li dijî gerîla û sivîlan, di sê mehên dawî de 67 caran bi kar anîn.

Ji 23`yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke dijwar daye destpêkirin. Bi taybet li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn, êrişên gelekî dijwar hene.

Gelek çavdêr û analîzvan van êrişên dewleta Tirk a qirker wek êrişên dawîn bi nav dikin.

Dewleta Tirk ji bo ku herêmên navborî dagir bike, dor li Başûr teng bike û piştre hêdî hêdî Başûr dagir bike, hemû çek û teknolojiya pêşketî ya NATO`yê û çekên kîmyewî bi kar tîne.

Her dema ku dewleta Tirk nikare bi pêş ve here û li hemberî berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê bê çare dimîne, çekên kîmyewî yên li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ne, bi kar tîne.

'LI GORÎ CINÊVÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMAWÎ QEDEXE YE'

Mamosteyê beşa hiqûqê ya Zanîngeha Helebçeyê Aware Hisên ê ji Başûrê Kurdistanê da zanîn ku Erdogan ev sûc ne tenê li hember Başûrê Kurdistanê, lê belê li hemberî gerîla jî pêk aniye û dikeve çarçoveya sûcên şer û got: "Di sala 1925`an de protokola Cinêvê derket. Di wê protokolê de, di şer de bikaranîna çekên kîmyewî hate qedexekirin. Dewleta Tirk ew protokol îmze kiriye."

'ERDOGAN HEM SÛCÊN ŞER, HEM JÎ KOMKUJIYÊ PÊK TÎNE`

Hisên di dewama nirxandina xwe de diyar kir ku cara duyemîn di 1949`an de protokola Cinêvê hat nûkirin û bû peyman, piştre di sala 1977`an de protokoleke din lê hat zêdekirin û wiha domand: "Li gorî wê protokolê jî bikaranîna çekên kîmyawî di demên şer de yan jî ne di şer de, qedexe ye. Niha dewleta Tirk li hember gerîla bi kar tîne û ev jî dikeve çarçoveya sûcên şer. Eger armanca dewleta Tirk qirkirina komeke Kurdan be, ji ber ku gerîla jî Kurd in, wê demê ev jî li gorî peymana sala 1948`an dîsa sûc e. Heta li gorî xala 76'an a destûra Tirkiyê jî ev jenosîd e û bi armanca qirkirina komekê ye. Ji bo wê jî em dikarin bibêjin ku niha Erdogan hem sûcên şer, hem jî jenosîdê pêk tîne."

`PAŞXANEYA DEWLETA TIRK A BIKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ`

Lê nemaze di van her sê mehên borî de dewleta Tirk a qirker, gelek caran çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîn. Bikaranîna çekên kîmyewî di dema niha de, paşxaneya dewleta Tirk a bikaranîna çekên qedexekirî li dijî Kurdan li bajar, gundên wan tîne bîra mirov.

Di vê çarçoveyê de, li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Amedê ku sala 2011`an weşandiye, artêşa Tirk a dagirker ji sala 1994'an ve û heta sala 2011`an 46 caran çekên kîmyewî li Kurdistanê bi kar anîne, ji wan 39 caran çekên kîmyewî li dijî gerîla bû.

Li gorî raporê, di 11`ê Gulana 1999`an de li nêzî gundê Ballikaya yê navçeya Silopî ya Şernexê artêşa Tirk a dagirker gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyewî bombebaran kirin û di encamê de 20 gerîla şehîd bûn. Ev bûyer di laboratwarên Almanyayê de hate piştrastkirin ku artêşa Tirk çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîne.

Sala 2009`an jî artêşa dewleta Tirk li navçeya Çelê ya Colemêrgê, hêzên gerîla bi çekên kîmyewî bombebaran kirin. Di encamê de 8 gerîla şehîd bûn. Wê demê bang li gelek rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan hate kirin da ku vê bûyerê lêkolîn bikin. Di vê çarçoveyê de, di rapora Zanîngeha Hamburgê de hate piştrastkirin ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Amedê di encama van êrişên kîmyewî de yên ji sala 1994'an ve û heta 2011`an 437 kes di nav de gelek gerîla, şehîd bûne.

Di Sibata îsal de (2021) dewleta Tirk a dagirker şikefta ku 13 esîrên ji polîs, leşker û endamên MÎT`ê tê de bûn, bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Di encamê de 13 esîr hatin kuştin û gerîlayên ku parastina şikeftê dikirin jî şehîd bûn. 

Di Hezîrana îsal de, artêşa dewleta Tirk şikefteke herêma Mamreşoyê bi çekên kîmyewî bombebaran kir ku 7 gerîla tê de bûn. Di encamê de her 7 gerîla şehîd bûn.

Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî di her sê mehên dawîn de, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) beriya çend rojan daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG`ê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku di nava 3 mehên şer de, dewleta Tirk li dijî çeper û tunelên şer bi giştî 67 caran gazên kîmyewî û gazên jehrî bi kar anîne.

Ji daxuyaniya HPG`ê diyar dibe ku dewleta Tirk di van demên dawîn de, gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn.

'DIVÊ HESAB JI ALIYÊ KU ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNIN, WERE XWESTIN'

Ji rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku dewleta Tirk gelek caran bi çekên kîmyewî gerîla li Başûrê Kurdistanê kirin hedef, lê li gorî qanûnên navneteweyî tewan çi dibe jî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye û wiha dewam kir: "Ji ber ku mirovan, xweza û sewalan qir dike. Ev jî wekî sûcekî şer tê binavkirin. Li gorî qanûnên navneteweyî divê hesab ji aliyê ku çekên kîmyewî bi kar tînin, were xwestin."

Evîn anî ziman ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla, divê komeleyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî bê deng nemînin û biryarekê têkildarî vê mijarê bidin.

`BANGEWAZIYÊN JI BO BELGEKIRINA ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ`

Evîn destnîşan kir ku ew wek Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê daxwaz ji komîteya navneteweyî ya belgekirina binpêkirina mafên mirovan, bi taybet belgekirina bikaranîna çekên kîmyewî dikin ku derbasî herêmên gerîla bibe û der barê bikaranîna çekên kîmyewî de lêkolînê bike.

Evîn bi bîr xist ku dewleta Tirk ev ne cara yekemîn e ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne, lê belê ev demeke dirêj e van çekan bi kar tîne û gelek gerîlayan bi van çekan jiyana xwe ji dest daye.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma di dawiyê de ev bang kir: "Dem hatiye ku komkujiyên bi çekên kîmyewî têne kirin, bi dawî bibin. Di heman demê de, divê hesab ji aliyê ku çekên kîmyewî bi kar tînin jî were xwestin. Lewra divê dadgeha navneteweyî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî lêpirsînê veke û kesên sûcdar, ceza bike."

Balkêş e ku tevî ku KCK û HPG`ê bang li komîteyên serbixwe kirin da ku bûyerên bombebarana kîmyewî lêkolîn bikin, heta niha tu rêxistinekê bangên KCK û HPG`ê nebersivandine.

Mamosteyê zanîngehê Aware Hisên li ser nebersivandina bangên KCK û HPG`ê got: "Mixabin îro dewletên cîhanê yan jî dadgehên cîhanê giliyên dewletan an ên şexsan esas digirin. Ji ber ku Tirkiye ne endameke dadgeha sûcên navneteweyî ye û di cîhanê de tenê ev dadgeh heye, nikare li ser sûcên dewleta Tirk lêkolîn bike."

'JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA SÛCÊN ERDOGAN DIVÊ XWEPÊŞANDAN WERIN LIDARXISTIN'

Ji bo balkişandina ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li Başûrê Kurdistanê li dijî şervanên azadiyê, Aware Hisên ev bang kir: "Divê li welatên wekî Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya û Çînê ku endamên Meclisa Ewlehiyê ne, xwepêşandanên gireseyî bên lidarxistin. Bi vî awayî biryarek wê bê girtin da ku li pêşiya van sûcên Erdogan were girtin. Bi gotineke din, da ku biryarek ji bo pêşîlêgirtina sûcên Erdogan were dayîn, divê fişar werin kirin."

ANHA


Mijarên Din