Saziyên Tirbespiyê têne dezenfektekirin

Komîteya Dezenfektekirinê ya navçeya Tirbespiyê dest bi pêngava yekemîn a deznefektekirina saziyên civaka sivîl û yên leşkerî kir.

Komîteya Dezenfektekirinê ya Buroya Hawirdorê ya girêdayî Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusa koronayê, dest bi pêngava dezenfektekirina sazî û dibistanên navçeyê kir.

Komîteyê vê sibehê, dest bi dezenfektekirina saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê kirin.

Tê payîn ku di pênava duyemîn a dezenfektekirinê de tevahî dibistanên navçeyê werin dezenfektekirin.

ANHA


Mijarên Din