Saziyên sivîl ên Dêrikê banga diyalogê kir

Endamên saziyên sivîl ên Dêrik û Çilaxayê bang li hêzên Kurdan kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo derbaskirina rewşa li Zînî Wertê dest bi diyalogan bikin.

Nakokiyên di navbera hêzên Kurdistanî de li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê didomin. Ev yek metirsiyê li gel raya giştî ya kurdî çêdike û bi taybet di dema geşbûna heviyên ji bo pêkanîna yekitiya Kurdan de.

Meclisa Dêrikê, saziyên civaka sivîl, meclisa navçeya Çilaxayê du daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de hate gotin ku geşedanên li Zînî Wertê pir hesas û xeternak in û li herêma Zînî Wertê ku nuqteya hevdîtina hebûna her sê hêzên Kurdistanî; PKK, YNK û PDK`ê ye, ji 15`ê Nîsana derbasbûyî ve PDK hêzên xwe lê bi cih dike, ji ber wê jî rewşeke nearam û zebûna û nakokî çêdibin û geşedanên bi vî awayî di pêvajoyeke hesas de pir xeternak in.

Di berdewama daxuyaniyan de hate diyarkirin ku di vê pêvajoya girîng de divê zimanekî hesas bi ser bikeve, nakokiyan bidin aliyekî û derfetê nedin hêzên dijber û di serî de dewleta Tirk a dagirker ku armancên xwe di navbera hêzên Kurdistanî de pêk bîne.

Di dawiyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê hat kirin ku ji bo ku tu nakokî çênebin, helwestên xwe diyar bikin û ji bo xizmeta doza xwe bikevin nava tevgerê, her wiha dest bi diyalogan bikin da ku rewşa Zînî Wertê derbas bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din