Saziyên jinan ên Minbicê broşûrên der barê sûcên Tirkiyê  belav kirin

Endamên saziyên taybet ên jinan ên li Minbicê û Gundewarên wê biroşûrên li ser danasîna sûc û binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tine de, belav kirin.

Bi armanca danasîna binpêkirin û sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê der heqê gelê Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê û banga hevgirtin û pêşîlêgirtina dagirkerî û sûcên wê, saziyên taybet ên jinan li Minbicê broşûr belav kirin.

broşûr li ser bendên kontrolê, li bajêr û li hemû şêniyan  hatin belavkirin.

ANHA


Mijarên Din