Saziyên Helebê banga tevlîbûna çalakiyên 2‘yê Mijdarê kir

Bi dirûşmeya `Ji  bo Rojava serî hildin` endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Helebê belavok li şêniyan belav kirin û tê de banga tevlîbûna çalakiyên Roja Cîhanî ya Rojava kirin.

Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya Berxwedana Rûmetê û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava de endamên saziyên sivîl ên bajarê Helebê belavok li şêniyan belav kirin. Di belavokan de banga tevlîbûna çalakiyên ku dê sibe li darkevin, bibin.

Endamê meclisa hevserokatiya MSD`ê Mirî El-Şiblî tev li belavkirina belavokan bû û teqez kir ku divê piştgirî ji berxwedana domdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bê dayîn ji bo ku dagirkerî tune bibe û planên wê yên mêtîngerî di guhertina demografiya herêmê de vala derkevin.

El-Şiblî destnîşan kir ku gel deset ji destkeftiyên bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bernade. Dê ji bo wê li berxwe bide. Her wiha bang li şêniyan kir ku tev li çalakiyê aştiyane bibin.

Sibe 2`yê Mijdarê ye Roja Cîhanî ya Piştgiriya Berxwedana Rojava ye. Tê payîn ku gelek çalakî li tevahiya cîhanê li dar kevin, jê meşa girseyî li bajarê Helebê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din