Saziyên çandê komkujiya li Til Rifatê şermezar kir

Sazî û yekitiyên çandê komkujiya li Til Rifatê  şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku sînorekî ku zêdegaviyên Tirkiyê re deynin.

Gelek sazî û yekitiyên çandê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin bi daxuyaniyeke hevpar komkujiya li Til Rifatê şermezar kir.

Di destpêkêa daxuyaniyê de îşaret bi dîroka xwînmêj a dewleta Tirk û komkujiyên wê yên li dijî gelên Kurd, Ermen, Ereb, Asur û Suryan hate kirin.

Di daxuyaniya hate gotin ku komkujiya li navçeya Til Rifatê ya li pêşberî çavê civaka navdewletî û rêxistinên têkildarî mirovan pêk hatî berdewama komkujiyên yên dijî bi sed hezaran ji gelê Kurd, li Dêrsim, Agirî, Cizîr, Nisêbîn, Roboskî, Şengal, Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye, di heman demê de berdewama komkujiya li dijî milyon û nîv ji gelê Ermen, Suryan û Asurî ye.

Saziyên çandê faşîzm û bêdengiya navdewletî ya li hemberî van sûcan şermezar kirin û bang li hêzên azdîxwaz û aştîxwaz û rewşenbîr û gelên cîhanê kirin ku li hemberî dîktatorê serdemê Erdogan û pergala wê  ya DAIŞ‘î bisekine û rijandina xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet gelê Kurd bisekinîne.

Saziyên daxuyanî dane ev: "Kovara Şermola ya Wejeyî, Komîteya Wêjeyî, Pirtûkxaneya Amara, Weşanxaneya Şilêr, Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Minbic û gundewarê wê, Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Rewşenbîrên Heleb û Weqfa Jinên Rewşenbîr".

ANHA


Mijarên Din