Saziya Kar û Barên Olî ya Tebqayê: Êrîşa dewleta Tirk li dijî şerîeta Xwedê ye

Saziya Kar û Barên Olî ya Tebqa û Gundewarê Wê êrîşa Tirkiyê wek "êrîşa li ser şerîeta Xwedê" wesifand û hincetên dewleta Tirk ên ji bo êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bêkêrî wesifandin.

Endamê Saziya Kar û Barên Olî ya Tebqayê û endamê Weqfeya Mihemediyê ya Sofî ya Cîhanê Şêx Ednan El-Îd El-Elêwî daxuyanî xwend. Kesayetên olî, melayên mizgeftan û endamên weqfeyên îslamî tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pêwîstiya parastina mirovahiyê hate destnîşankirin. Her wiha îşaret pê kir ku dewleta Tirk mafê tevahiya olan binpê dike, ji ber ku komkujiyên der heqê mirovahiyê de pêk tîne, gelan talan dike û dest diavêje şerefa wan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û tevahiya dewletên cîhanê êdî bûne amûrên kuştina gelê Sûriyê. Bang li wan hate kirin ku rê li pêşiya binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bigirin û êrîşên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Her wiha hate destnîşankirin ku kirinên dewleta Tirk a dagirker bi navê olê bi xwe êrîşeke li dijî şerîeta Xwedê ye û hincetên dewleta Tirk a dagirker bêkêr in, ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser wê ne xetere ne.

ANHA


Mijarên Din