Saziya Çandiniyê ya Dêrikê: Cotkaran ji ber pêlên qeşeyê zirar nedît

Endamên rêveber ên Saziya Çandinî û Sewalkariyê ya Dêrikê diyar kir ku ji ber qeşeya li herêmê çêbûye, hilberînên çandiniyê zirar nedîtine. Her wiha destnîşan kir ku semad peyda dibe û hezar û 200 ton li cotkaran belav kirin.

Çandina genim li herêmê ji aliyê rûberê ve di pileya yekemîn de cih digire, piştre kizbere di pileya duyemîn de tê. Li herêma Dêrikê zêdetirî 35 hezar hektar zevî bi genim tê çandin. Cotkaran îsal kizbera çandin ji ber ku lêçûna wê li gorî lêçûnên hilberînên din kêm e.

Ji ber pêla qeşeyê di meha Sibatê de, barîna berfê û kêmbûna pileyên germahiyê hişt ku cotkar bi fikar bin ku ev diyarde bandor li hilberînê bike. Bi taybet piştî zebûna zeviyên genim.

Endezyarê çandiniyê yê Saziya Çandinî û Sewalkariyê ya Dêrikê Selah Hemze teqez kir ku hilberînên herêmê bi taybet genim zirar ji pêla qeşeyê nedîtiye.

Hemze wiha domand: "Baran û berfa ku di vê dawiyê de barîne, kêmbûna pileyên germahiyê bi awayekî mezin, bû sedema ku hinek hilberîn zer bibin. Lê ev bandor li zeviyan nekir û wê bi guhertina rewşa hawayê re û reşandina semadên pêwîst re tune bibe."

Hemze di nav gotinên xwe de teqez kir ku barîna berfê û pêla qeşeyê sûdên wê yên erênî li ser çandiniyê hebûn, bi taybet li gel ku hinek cureyên kurmik û kontinkeran tune kirin.

Têkildarî semadê Selah Hemze got: "Zêdetirî hezar û 200 ton li cotkaran hate belavkirin. Belavkirin berdewam e. tê payên ku miqdarên hatine belavkirin bigihêjin 2 hezar û 500 ton. Heta niha semad peyda dibe û tenê demên kin û demkî ji herêmê qut bû."

(şx)

ANHA


Mijarên Din