Saziya avê ya Dêrazorê hewl dide avê ji herêmê re peyda bike

Bi bilindbûna  rêjeya germahiya Havînê re û kêmbûna avê ji ber dewleta Tirk ava çemê Firatê qut dike, saziya Avê ya Dêrazorê bi hemû hêza xwe hewl dide avê ji herêmê re peyda bike.

Bi bilindbûna rêjeya germahiyê re, dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut kir. Ev bandorek nerênî li herêmê dike. Saziya Avê ya Dêrazorê bi hemû hêza xwe hewl dide avê ji herêmê re peyda bike.

Gerînendeyê Saziya Avê ya Dêrazorê endezyar Ehmed El-Elî ji ANHA`yê re axivî. Ehmed El-Elî destnîşan kir ku saziya avê ya Dêrazorê ji komeleyeke mezin a avê pêk tê û li ser dirêjahiya çemê Firatê ye.  7 yekîneyên avê ku li El-Cezrat, El-Kesra, El-Bisêra, El-Sûr, El-Cirzî – Firat û Hecîn ne.

Ehmed El-Elî wiha axivî: "Hindek herêmên weke Cerwan û Ebû Xeşeb av nagihêje wa. Hindek herêmên ku şênî di wan dijîn weke gundewarên rojavayê Dêrazorê û yên nêzî herêmên di bin serwriya hikûmeta Sûriyê de av nagihêje wan.  Koordînasyona bernameyê Firatê bi sarîcan av gihandin hindek herêmên ku qet av naghêje wan û bi hevkariya şaredariyan av li şêniyên gundewarên rojava weke Hemmar El-Elî, Sifêra, Mihêmediyê, kampên bê ser û ber ên El-Sawa belav kir. Ava vexwarinê ji aliyê saziya avê ya Dêrazorê ve hatiye dezenfektekirin.”

El-Elî tekez kir ku xebata ji bo avakirina stasyona avê li gundê El-Hewayic û kombûna El-Hîbat a girêdayî El-Mihêmîda û gundê Şeqra didome, her wiha stasyona El-Kiber ku avê dide bajarê El-Kiber, El-Hermûşe û El-Kesra hate serastkirin.

Girêdayî rewşa gundewarên bakur El-Elî destnîşan kir ku hemû stasyonên avê niha amade ne, stasyona El-Herîciye, stasyona başûrê Hesekê û stasyona Xamiye û Sûr ve jinûve hatin rastkirin.

Derbarê rewşa stasyonan Ehmed Elî anî ziman ku yekîneya ava Firatê niha rewşa gurûpa stasyonên biçûk weke avdanê ya El-Şihêl, stasyona avdanê ya Zîban û ava El-Kişêkiye, dişopîne û ew jî di demeke nêz de dê xebat ji bo jinûve pêxistina wan dest pê bike.

Di dawiyê de Ehmed El-Elî diyar kir ku xebata ji bo avakirina stasyonên biçûk li taxa El-Meraşde û El-Baxoz tê kirin. Stasyoneke baş û sereke ji wan stasyona El-Sifana ku ji aliyê saziyê ve jinûve hate pêxistin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din