Şaxê PYD`ê yê kantona Girê Spî kongreya xwe ya yekemîn lidar xist

Şaxê PYD`ê yê kantona Girê Spî kongreya xwe ya yekemîn bi dirûşmeya `Bi rêveberî û rêxistinkirinê em dê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyek nenavendî û demokratîk ava bikin` lidar xist. Di dawiya kongreyê de meclisa rêveber a buroya kantonê hate hilbijartin.

Bi tevlibûnek berfireh ji hêla nûnerên tevahiya partiyên siyasî yên kantonê ve, rûspiyên êlên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Dermokratîk û bi tevlibûna hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso îro kongreya yekemîn a Buroya Şaxê PYD`ê ya kantona Girê Spî li hola geşpêdana gundewar a li bajêr lidar ket.

Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso di kongreyê de axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Eyşe li darketina kongreyê li endamên partiyê û gelên herêmê pîroz kir. Piştî wê behsa rewşa siyasî ya herêmê kir. Eyşe destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî rizgarkirina tevahiya herêmê ji DAIŞ`ê di pêvajoyek girîng re derbas dibe. Eyşe got: “Ji ber wê ev pêvajo xebatên bêtir di warê rêxistinkirin û karê siyasî de dixwaze. Da ku destkeftiyên siyasî li ser erdê tevî serkeftinên leşkerî werin bidestxistin. Ev herêm hîna bi tehdîdên derve ku ji hêla dagirkeriya Tirk ve û tehdîdên hundirîn ji hêla şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ve rû bi rû ye. Ji bo pûçkirina planên dagirkeriya Tirk, tunekirina wan tehdîdan û mezinkirina têkoşînê ji bo rizgarkirina tevahiya herêmên Sûriyê ji destê dagirkeriya Tirk di serî de Efrîn  hevgirtina tevahiya pêkhateyên herêmê pêwîst dike.”

Piştî bidawîbûna axaftina Eyşa Hiso, gelek axaftin bi navên Meclisa Kantonê Hemîd El-Ebid, Meclisa Malbatên Şehîdan Mehe Mele û Kongreya Star Sîham El-Xidir hatin kirin. Axêveran lidarketina kongreyê li partî û şêniyên kantonê pîroz kirin û serkeftin ji beşdaran re xwestin.

Piştî wê raporên xebatên du salan ên partiyê di kantonê de tevî raporên Buroya Jin a PYD`ê hatin xwendin û nîqaşkirin.

Kongre bi hilbijartina meclisa rêveber a buroya partiyê li kantonê ku ji 13 kesan pêk tê bi dawî bû. Di civîna yekemîn a meclisa nû de dê hevserokatiya meclisê û cîgirên wê werin diyarkirin.

(şx)

ANHA

,


Mijarên Din