Şaredariyên gundewarê Dêrikê projeyên xwe bi dawî dikin

Şaredariya Gel a Robariya gelek projeyên xizmetguzariyê li gundên  herêma Beravê  bi dawî kir. Şaredariyê  rê zift kirin, pirên ku ji ber lehiyê xirab bibûn sererast kirin û du park di gund de ava kirin.

Gundê Robariya û 24 gundên herêma Beravê  girêdayî Şaredariya Gel a herêm Dêrikê ne. Ji bo pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê, meclisa gundê Robariya di navbera gund û şaredariyê de koordîne dike.

Di şaredariya Robariya de 14 endam, hevserokatî, arşîf, xebatkar û karkerên beşa paqijiyê, dixebitin.

Şaredariya Robariya xizmet û ruxsetan ji şêniyên herêma Beravê re pêşkêş dike

Şaredariyê daxwaznameyên şêniyan ên girêdayî girtina ruxsetên avakirin, kolandina bîran û mijarên din ên xizmetguzariyê pêwazî dike. Ev daxwazname li beşa dîwanê têne tomarkirin piştre ji hevserokatiyê re tê şandin da ku erê bike.

Şaredariya Robariya 2 park ji zarokan re ava kirin

Şaredariya Robariya du park li ser hesabê şaredariyê li gund ava kirin. Tê de dar çandin, daniştok, lîstok û yariyên zarokan danîn.

Her wiha karkerek ji bo ku çavdêriya her du parkan bike, daran av bide û bedewiya parkan biparêze erkdar kir.

Lehiyê gelek zirar dabû binesaziya herêma Beravê

Şaredariya gundê Robariya dest bi plansaziya kar a 2019`an kir ji restorekirina rêyan, pirên ku ji ber lehiyan hilweşîne. Lehiyên ku çêbûne gelek zirar dane binesaziya herêma Beravê.

Berpirsên şaredariya Robariya tekez kirin ku kêmbûna alav û madeyan ji girîngtirîn sedamên derengamayîna pêkanîna projeyan e.

Hevserokê şaredariya Robariya Reşîd Mîrza got: “Şaredariyê projeya sererastkirina rêya gundê Girkê Mîro  bi dirêjahiya 3 km û firehiya 6 m bi dawî kiriye. Her wiha hejmarek rêyên gundên Mozlan, Salhe û Carodya parspan kirine. Di pêvajoya duyemîn de, rêya gundê Robariya bi dirêjahiya 3 km û firehiya 6 m bi bermahiyan sererast dibe û piştre zift dibe, lêçûna projeyê 17 milyon lîreyên Sûriyê ye."

Li gorî plansaziya şaredariyê dê rêya gundê Mamşûr bi kevirê şikandî were sererastkirin. Tevî rêya gundê Xirab Reşik û Carodiya.

Şaredariyê xebatên sererastkirina piran li gundê Şikir Xac û Girkê Selma bi dawî kirin. Her wiha ebar li ser rêya gundê Robariya ava kirin.

Mîrza tekez kir ku xebatên xizmetguzarî dê beriya zivistanê bi dawî bibin, bi taybet li gel ku aliyên têkildar tevahiya derfetan ji şaredariyê re ji alav û madeyan pêşkêş kirine.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din