Di dawiya meha Mijdarê ya 2018`an de şandeyek ji Şaredariya Friedrichshain-Kreuzberg a Almanyayê serdana Şaredariya Gel a Dêrikê kir.
Şandeya Almanî pirsgirêkên ku li pêşiya karên Şaredariya Gel a Dêrikê derketin, çavdêrî kirin û li ser vê bingehê vexwendnameyek ji Şaredariya Gel a Dêrikê re şand da ku serdana Şaredariya Friedrichshain-Kreuzbergê bikin, her wiha bi armanca ku rêyên kar û pêşkêşkirina aboriyê di hemû aliyan de guftûgo bikin.
Li ser vê bingehê, şandeyek ji Şaredariya Gel a Dêrikê di 6`ê Hezîranê çû Almanyayê. Şandeya şaredariyê ji hevserokên wê Rojîn Çeto, Fermez Hemo û endama Buroya Komîteya Rêveber a Şaredariya Gel Nehrîn Ibrahîm Melekî pêk hat.
Der barê detayên serdanê û encamên wê de hevseroka Şaredariya Gel a Dêrikê Rojîn Çeto ji ANHA`yê re tekez kir ku serdan di hemû aliyên wê ve bi rêya hevkariyê bi Şaredariya Berlînê ji bo pêşkêşkirina derfet û destekdayîna Şaredariya Dêrikê de baş bû, her wiha gelek peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.
Rojîn Çeto wiha dewam kir: "Piştî lidarxistina civînan û pênasekirina karê Şaredariya Gel li Dêrikê û kêmasî û astengiyên li pêşiya karê wê derdikevin, gelek peyman ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyê mîna aliyê hawîrdorê, avê, pirsgirêka qirêjiyê û pêşkêşkirina alîkariya çareseriya van pirsgirêkan, hatin îmzekirin."
Rojîn destnîşan kir ku serdan û hevdîtinên wan, tê de behsa pênasekirina sîstema Rêveberiya Xweser, bîrdoziya neteweya demokratîk, sîstema hevserokatiyê di sazî û navendên Rêveberiya Xweser de hate kirin û wiha dewam kir: "Em bi rêxistinên civaka sivîl a Almanyayê û rêxistinên mirovî re civiyan da ku rewşa ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de dijîn, bibînin."
Her wiha şandeya Şaredariya Gel serdana Belçîkayê kir û bi berpirsên di Şaredariya Leach a Belçîkî re civiyan. Di serdanê de rêyên hevkariyê hatin nîqaşkirin û hate teqezkirin ku ew ê di demeke nêz de peymanê îmze bikin û alîkariya Şaredariya Gel di hemû aliyan de bikin.
Rojîn Çeto di dawiya axaftina xwe de got ew ê alîkariya aborî bi rêya dewreyan pêşkêş bikin û pisporan di hemû aliyan de amade bikin, her wiha alîkariya aborî ji aliyê hawîrdorê de bi rêya çandina daran li herêmê û çareseriya ji vê pirsgirêkê re deynin.
(jo)
ANHA