Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dîsa ji aliyê AKP`ê ve hatin dorpêçkirin

Hevşaredarên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywira xwe hatin dûrxistin. Vê sibehê deriyên şaredariya bajarê mezin a Amedê hate şikandin. Polîsan dora her sê şaredariyan girtin.

Polîsan dora şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê girtin. Wezareta Karê Navxweyî diyar kir ku her sê şaredar ji peywirên xwe hatine dûrxistin.

Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê yê HDP’ê Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê yê HDP’ê Ahmet Turk, Hevşaredara bajarê mezin a Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan ji peywira xwe hatin dûrxistin.

Piştî ku hevşaredar Mizrakli ji peywirê hate stendin polîsan deriyên şaredariya bajarê mezin a Amedê şikandin.

Hevşaredar Mizrakli diyar kir ku derbarê dûrxistina ji peywirê tu teblîgat ji wî re nehatiye şandin û got: “Saet di 6’an de deriyê şaredariyê hatine şikandin û ketine şaredariyê. Ez ê bîsteke din biçim şaredariyê. Ev rewş li dijî hiqûqê ye. Vê helwesta li ser şaredariyên HDP’ê divê mirov wekî helwesta li dijî mûxalefeta demokratîk bibîne. Îradeya gel hatiye xespkirin.”


Mijarên Din