Şaredariya Til Xezalê nimûneya şaredariya çalak e

Şaredariya Til Xezalê ya li başûrê kantona Kobanê ji ber projeyên ku îsal pêk anîn, di nava 11 şaredariyên herêmê de ya herî çalak e.

Şaredariya Til Xezalê xebatên xizmetguzarî ji 45 gundên li başûrê Kanotna Kobanê re pêşkêş dike. hevserokê şaredariyê Nîhad Isamîl dibêje: Şaredarî di dirêjahiya havînê de û di payîzê de rêyên zêdetirî 32 gundan bi dirêjahiya 35 km zift kiriye.

Isamîl bal kişand ser ku şaredariyê piraniya rêyên çandiniyê ku vekirine, dûz kirine. her wiha diyar kir ku ji ber rewşên hawayê û barîna baranê xebatên wan rawestîn. Lê piştrast kir ku dê xebatên dûzkirina rêyan berdewam bikin.

Isamîl da zanîn ku deriyên wan ji giliyên şêniyan re vekiriye û diyar kir ku ew amade ne wan giliyan çareser bikin.

Li gorî Ismaîl, ji bilî xebatên vekirin û dûzkirina rêya, şaredarî plan dike daran li aliyên rêyan biçîne û li aiyên rêyên ku dûz kirine wê 12 lûleyan deyne da ku di zivistanê de av li ser rê kom nebe.

(şx)


Mijarên Din