Şaredariya Til Hemîsê sererastkirina rêya Sediyê bi dawî kir

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê qîrkirina rêya Sediyê-Til Hemîsê ya bi dirêjhaiya 2 hezar  û 400 m bi dawî kir û dest bi qîrkirina rêyên kolanên navçeyê kir.

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê qîrkirina rêya Sediyê-Til Hemîsê piştî 3 rojan ji xebata bênavber, bi dawî kir.

Her wiha şaredariyê dest bi qîrkirina rêyê sereke û şaxê yên navenda navçeyê jî kir. Dê şaredarî dest bi xebatên sererastkirin û qîrkirina rêyên (kolana Başur bi dirêjahiya 750 m û kêmberiya 14 m, kolana sereke bi dirêjahiya 120 m,  Muheleq 400 m, kolana Navenda Çandê 600 m, pêşiya Berîd 100 m, kolana Hemdo 200 m, Micêrênat 60 m, Dibistana Zihdî Selmo 135 m, kolana Sewamai 200 m û kolana Goristana Şehîdan 135 m ), bike.

Di merhelya destpêkê de Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê dest bi sererastkirina rêyên li navçe û gundewarên wê di 15’ê Tebaxa çûyî de, kir. Rêyên zirar dîtin, kort bi xîzê hatin tijîkirin û rastkirin. Merheleya duyemîn jî di 5’ê Îlonê de dest pê kir û rêyên di merheleya yekemîn de hatine sererastkirin, hatin qîrkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din