Şaredariya Til Hemîsê dest bi sererastkirina rêya petrolê kir

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê rêya petrolê ku ji girîngtirîn rêyên li herêmêa Cizîrê ye, sererast dike. Rê bajarên herêmê yên aliyên rojhilat û rojava bi hev ve girê dide.

Rêya petrolê ya ku navçeya Til Hemîsê ji aliyê rojava de digihîne bajarê Hesekê û ji aliyê rojhilat de digihîne bajaroka Rimêlan û Dêrikê ji rêyên zindî li herêma Cizîrê ye, her wiha ji bo şêniyan jî ji dabînkirina kurtkirina rûber û demê pir girîng e.

Di encama rewşên hewayî û nerestorakirina rê ji demeke dirêj de, di gelek cihan de di navera Til Hemîs û gundê Um Ros ê rojavayê Til Hemîsê bi dirêjahiya 3 km xirab bûye.

Piştî daxwazên şêniyan ên sererastkirin û restorakirinê, Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê lêkolîna li ser rê hat kirin û pêşkêşî komîteya Şaredariya a kantona Qamişlo hat kirin, wê jî li ser projeya bi lêçûna 91 milyon lîreya Sûriyê erê kir û radestî Şîrketa Zagros a Rêyên Giştî kir.

Pîşesaz Mihemed Hesen ê Şîrketa Zagrosê piştrast kir ku rê kevn e, di encama barên li ser wê zêde û derbasbûna erebeyên giran li ser wê, rê daket, hatiye kolandin û qîra kevn xirab bûye.

Şîrketa Zagrosê di 22’yê Hezîrana borî de dest bi rê kir, tê payîn ku proje 45 rojên dîtir bi dawî bibe.

Hesen diyar kir ku proje, serastkirin û restorakirina rêya di navbera navçeya Til Hemîs û gundê Um Ros de ye, her wiha dê parçeyên xirabbûyî rakin, rê rast bikin û xîzê bi dirêjahiya 3 km û kêmberiya 11 metreyan lêkin, qalindbûna wê 25 cm e.

Hevserokê Şaredariya Gel Abdurehman Hadî got gel kêfxweşiya xwe ji pêkanîna projeya restorakirina rêya petrolê ya di navbera Um Ros û navçeya Til Hemîsê ya ji hêla şaredariyê ve, raber kir.

Şêniyê bi navê Ehmed Salih ji gundê Derece ku rê rojane bi kar tîne, wiha got: "Rêya petrolê, rêya sereke ya herêmê ye, Til Birak bi Til Hemîsê ve girê dide û piştre bajarê Qamişlo. Her wiha bi sedema kolandin, kertkortan me gelek astengî di veguhastinê de dikişandin."

Salim Mensûr jî got ku rêya petrolê navgîna di navbera gund û bajarên Hesekê û Qamişloyê de ye, her wiha sererastkirina rê ji pêdiviyan ne ku sûdê li herêmê dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din