Şaredariya Serêkaniyê plana sererastkirina rêyan dest pê kir

Şaredariya Gel a bajarê Serêkaniyê dest bi sererastkirina rêyên sereke û şaxan kir.

Ji nava rêzexebatên xizmetguzariyê yên ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkirine, ya herî giring jî sererastkirina rêyan e. Di van demên dawîn de ji şaredariyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re madeyên isfelt û qîr hatin dabînkirin. Da ku rêyên herêmê werin sererastkirin.

Îsal li Serêkaniyê ji ber barana zêde û ketina erdê gelek rêyên bajêr û xetên kanalîzasyonê xirab bûne. Şaredariyê jî dest bi sererastkirinê kir.

Ji bo ji nûve rê bên qîrkirin, şaredariyê dest bi pînekirina kort û rakirina qîra kevin kir.

Merheleya yekemîn jî ji bo destpêkirina qonaxa duyemîn a qîrkirina rêyan e.

Di vî warî de jî şaredariyê bi Şîrketa Sîpan a Isfeltê re hevpeyman çêkir. Naveroka hevpeymanê jî divê ji bajarê Serêkaniyê re 7000 m3 ji madeya isfelt bê dabînkirin û ev made jî tenê têra pînekirina rêyan dike.

Merheleya yekemîn, kolanên sereke û şaxî yên li navenda bajêr, taxên Zorava û Ronahî yan jî bi navê kolana Kornîş a sereke hatin pînekirin.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Serêkaniyê Liqman Îso diyar kir ku merheleya duyemîn dê piştî bidawîkirina pînekirina rêyan û dabînkirina alavên guncaw ji hêla sozmend û komîteya şaredariyan ên kantona Hesekê ve, bê destpêkirin.

Îso tekez kir ku ji bo rewşa xizmetguzariya bajêr, dabînkirina daxwazên şêniyan dixebetin. Her wiha jî bang li şêniyan kir ku alîkariya wan bikin û çopê neavêjin û avê li cihên ku dê isfelt nerijînin. Gilî û rexneyên xwe ji Şaredariya Gel re rakirin da ku bajar pêş keve.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din