Şaredariya Qamişloyê pirsgirêka kanalîzasyona kolana El-Wehdê çareser kir

Piştî gazincên xwediyên dikan û şêniyên kolana El-Wehdê ya bajarê Qamişloyê ji ber girtina toreya kanalîzasyonê ku ji wan re pirsgirêk derdixistin, Şaredariya Gel a Qamişloyê pirsgirêk çareser kir.

Ji beriya 4 salan ve şênî û xwediyên dikanan ên li kolana El-Wehdê ji ber girtina toreya kanalîzasyonê bi gazinc bûn. Hin boriyên kanalîzasyonê şikestibûn û bûbûn sedema jêdera bêhneke nexweş û av jî derbasî jêrzemînên dikanan dibû, her wiha zirarên madî jî digihaştin xwediyên dikanan.

Di 7`ê Gulanê de Şaredariya Gel a Qamişloyê soza çareseriya vê pirsgirêkê da, ji duh ve xebatkarên şaredariyê li cihê ku pirsgirêk derketibû, dixebitin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/05/10/113434_qamislo-saradari-1.jpg

 Ji bo ku pirsgirêk bi temamî çareser bibe, destpêkê xebatkarên şaredariyê toreya ku qirêj tê de mabû, bi temamî derxistin, piştre toreyeke mezintir danîn û qirêja toreya kevn paqij kirin.

Şaredariya Gel a Qamişloyê berî niha gelek caran ev pirsgirêk çareser kir, lê dubare dibû, ji ber vê yekê bi temamî boriya ku pirsgirêk jê çêdibû, hate guherandin.

(ekip)

ANHA


Mijarên Din