Şaredariya Mistefawiyê dest bi projeya sererastkirina rê û piran kir

Şaredariya Gel a Mistefawiyê ya girêdayî navçeya Girkê Legê dest bi pêkanîna gelek projeyên xizmetguzarî yên sererastkirina rêyên rastî ziraran hatine û sererastkirina piran, kir. Her wiha Parka Giştî li navenda bajarok jî vekir.

Şaredariya Gel a bajarokê Mestefawiyê ya girêdayî navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo di çarçoveya plana xwe ya salane de dest bi projeyên xizmetguzarî yên li bajarok û gundewarên wê, kir.

Şaredariyên herêmên girêdayî Girgê Legê bi hevakariya Şaredariya Gel a Girkê Legê re xebata pêkanîna projeyên xizmetguzarî li gor plana salane û nîvê salê, dikin.

Şaredariya Gel a bajarokê Mistefawiyê çavdêriyê li ser xizmetguzariya navenda bajar û gelek gundewarên girêdayî wê, dike.

Plana sereke ya şaredariyê, sererastkirin û restorakirina rêyên ku bi sedema lehiyan zirar dîtin û li rexê sererastkirina gelek piran jî.

Komîteyên pîşeyê di vê hefteyê de dest bi pêkanîna plana sererastkirina rêyan kir. Ev xebat piştî lêkolînkirina pîşeyî ya guncaw û rakirina wê ji Desteya Rêveberiya Herêmî ya kantonê bi rêya Şaredariya Girkê Legê, hat kirin.

Li gor rayedarên Komîteya Pîşeyî, dirêjahiya rêyên zirar dîtin û şaredariyê sererast kriine, 5 km ne. Ew jî rêyên gundên; Eror, Kortiyan Kehnê Kerek in.

Pêvajoya yekemîn a projeyê rêşkirina rê bû. Piştre sererastkirin û raxistina xîzê (kevirên hûr) pêk hat. Dûvre hat qîrkirin. Lêçûna wê jî gihaşt 14 milyon lîreya Sûriyê.

Restorakirina 16 piran bi nirxa 30 milyon lîreya Sûriyê

Projeya dîtir û girîng di plana şaredariyê de, sererastkirina pirên di encama lehiyan de zirar dîtine .

Li gor Buroya Pîşeyî, 16 pir hene ku pêdiviya wan bi sererastkirinê ne. Divê ji beriya werza zivistanê bên çêkirin. Dê di çend rojên pêş de dest bi xebatên sererastkirinê bê kirin. Nirxa lêçûna wan piran jî dê nêzî 30 milyon lîreyên Sûriyê bin.

Şaredariyê projeya xîz rijandina li gelek gundên Alya ya girêdayî navçeya Girgê Legê pêşkêşî mutehîtan kiriye. Nirxa lêçûna projeyê 12 milyon LS ye.

Buroya Jinan amadekariya vekirina parkekê li navenda bajarok dike

Buroya Jinan a girêdayî Şaredariya Gel a bajarokê Mistefawiyê amadekariya vekirina Parka Gişît li navenda bajarok dike. Dê vekirina parkê li gor rayedarên buroyê di çend rojên pêş de be.

Endamên Şaredariya Gel a bajarokê Mistefawiyê tekez kirin ku ew hewl didin xizmetê ji şêniyan re pêşkêş bikin. Lê kêmasiya alavan, projeyê dereng dixe.

(fr/bm)


Mijarên Din