Şaredariya Kobanê... xebatên îsal ên sererastkirina rêyan

Şaredariya Gel a Kobanê di havîn û payîza îsal de proje û xebatên xizmetguzariyê dan pêş xwe. Gelo dê şaredarî beriya hatina zivistanê tevahî projeyên xizmetguzarî bi dawî bike?

 Bi hatina werza havînê re, şaredariyên gel ên kantona Kobanê dest bi gelek projeyên xizmetguzariyê kir. Ji wan projeyan yek jî sererastkirina rêyan û qîrkirina wan bû. Li rexê jî torên kanalîzasyonê, torên avê û hin projeyên dîtir wekî parkan.

Piştî şerê li taxan herî zêde zirar li bajarê Kobanê bajarê bû. Her wiha jî hin torên kanalîzasyonê yên li bajêr bi sedema zirarên li kolanan hatin guhartin, bi taybet jî îsal. Piranî torên kanalîzasyonê yên kevn hatin nûkirin.

Pirsgirêka her tim di nîqaşê de ye, pirsgirêka sererastkirina rê û kolanên li bajarê Kobanê yên wêranbûyî ye. Şaredariya gel hewl dide van pirsgirêkan çareser bike û ji havînê ve di sererastkirina rê û qîrkirina wan de dixebite.

Der barê nîqaşkirina li ser sererastkirina rê û qîrkinê, ANHA’yê bi hin rayedarên ku rê restore kiriye yên di Şaredariya Gel a Kobanê de bi Mehmûd Şêx re axivî û hin agahî ji ajansê re aşkera kirin û got xebatên sererastkirin û restorakirinê berdewam in, hin proje bi dawî bûn, lê hin jî hê berdewam in.

Şaredariyê bi bîr xist ku 18 km ji rêyên li derveyî bajêr sererast kirin û niha di rêyên li bajêr de dixebitin.

Şaredariyê nêzî 300 m ji Kolana 24 a başurê Çerxerêya Jina Azad piştî rastkirinê, çêkiriye. Her wiha jî gelek kolanên Taxa Şehîd Yehya rêş kirin û sererastkirin berdewam e.

Li Taxa Şehîd Fîras a li naverasta bajêr re, şaredariyê 3 kolanên li Taxa Şehîd Fîras bi kevirên enterlok ên reş li keviyên Kolana Tilel raxistin.

Şaredarî plan dike ku Kolana Berîd bi dirêjahiya 200 m piştî reşandina xîzê, sererast bike.

Li Taxa Şehîd Moro jî, şaredariyê kolan sererast kirin.  Lê tenê kolanek bi sedema herikandina gel a avê li kolanê, şaredariyê nikarî sererast bikira.

Li Taxa Şehîd Peyman û Şerîa jî ku ji taxên li naverastê ne, şaredariyê tevahî kolanên taxê qîr kirin. Hejmara kolanan di navbera 15-20 kolanên bi dirêjahiyên cuda hatin sererastkirin.

Li Taxa Botan a rojhilat jî gelek kolan hatin sererastkirin. Lê hin kolan hene ku pêwîstiyên xwe bi qîrkirinê hene. Lê şênî ji şaredariyê re nebûn alîkar. Ji ber ku av dirijandin kolanan. Di encamê de alavên qîrkirinê nikaribûn li Taxa Şehîd Ebdo bixebin.

Li Taxa Şehîd Ebdo ya ku dikeve rojhilatê bajarê Kobanê ya li ser Rêya Kêkan, hin kolanên wê hatin qîrkirin. Kolanên ku hatine qîrkirin 20 heta 30 kolanan in.

Nêzî 600 heta 700 m ji taxa Kaniya Kurdan hat qîrkirin. Hê pêwîstiya taxê bi qîrkirinê heye. Dê piştî şaredariyê hin kolanên din ên ku zêde zirar dîtine beriya baranê, sererast bike.

Şaredariyê 7 kolan ji Taxa Şehîd Kawa ya ku ji Qada Jina Azad heta Kolana 48 û ber bi girê Miştenûr ve diçe, sererast kirin. Jê jî kolana sereke ye. Lê hê jî hin kolan hene ku beriya baran dibare divê bên sererastkirin.

Şêxo îşaret pê kir ku xebatên sererastkirinê pêwîstiya wê bi hevkariya şêniyan heye. Da ku şênî avê nerijînin li ser rê û kolanên ku hatin rêşkirin heta ku bê qîrkirin.

Şaredariya gel, sererastkirina kolanên li taxên kevn ên bajêr didomîne. Li gorî rayedarên sererastkirina rêyan, dê şaredariyê gel alavên qîrkirinê ji aliyê rojavayê bajêr ve ber bi taxên li nêzî daristana Kobanê ve bibe. Ew jî ji ber ku avahiyên wê û torên kanalîzasyonê nû hatine lêkirin, pêwîstiyên xwe bi qîrkirinê hene.

Li gorî rayedarê şaredariyê, ji sedî 60 ji projeyên qîrkirinê hatin bidawîkirin. Her wiha şaredariyê soz da ku dê ji sedî 80 ji kolanên bajêr bi hatina zivistana îsal re qîr bike.

(fr)


Mijarên Din