Şaredariya Kobanê pirsgirêka herî mezin a li taxa nû çareser dike

Şaredariya Gel a bajarê Kobanê beriya çend rojan dest bi projeya dirêjkirina xetên kanalîzasyonê li taxa Kobanê ya nû kir.

Şaredariya Gel a bajarê Kobanê xebatên pêkanîna projeyên xizmetguzariyê didomîne. Di heman demê de ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzariyê li herêmê bi şaredariyên bajarokên derdorê  re koorînde dike.

Ji projeyên sereke yên sala nû, projeya danîna xetên kanalîzasyonê li taxa Kobanê ya nû ya başûrê rojavayê bajar e.

Taxa Kobanê ya nû piştî rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê di destpêka sala 2015‘an de hate avakirin. Rêveberiya Xweser parçeyek erd li başûrê Kobanê anku ev tax wekî tawîz da kesên malên wan di mûzexaneya berxwedana Kobanê de hilweşiya û kesên malên wan muxalif hatibû lêkirin û hatibû rakirin.

Di vê projeyê de Şaredariya Gel a bajarê Kobanê plan dike ku 7 hezar mîtr xetên kanalîzasyonê deyne, dirêjahiya her xeteke sereke hezar û 120 metre û yên şaxî 5 hezar 885 metre ye.

Firehiya her boriyek sereke 80 cm û yê şaxê jî 60 cm, hejara giştî 251 borî ne.

Li kêleka wê Şaredariya Gel xebatên sererastkirina kolanên bajêr û gundewarê wê didomîne. Di dema niha de rêya Elîşar bi dirêjahiya 8 km sererast dike.

(bb)

ANHA


Mijarên Din