Şaredariya Hezîme projeyên çaryeka yekemîn a 2020`an diqedîne

Şaredariya Gel a Hezîme ya gundewarê bakurê Reqayê çaryeka yekemîn a plansaziya sala 2020`an bi dawîn kir. Vê xebatê rewşa xizmetguzarî li herêmê pêş xist.

Şaredariya Gel a Hezîme ya gundewarê bakurê Reqayê di demek kurt de ji destpêka vê salê ve, karî projeyên ku dikevin xizmeta şêniyan pêk bîne.

Şaredariyê rêya El-Recim El-Ebyed bi dirêjahiya 2 hezar û 400 heta bighêje gundê Tişrîn bi bermahiyan sererast kir û hinek jî perspan kir. Ev rê, rêyek çandiniyê ye û dikeve xizmeta cotkaran.

Her wiha şaredariyê projeya kanalîzasyonê li kolana sereke ya Mezret Meyslûn bi dirêjahiya 377 m û eşkêla 40 cm meşand. Xendekek bi kurahiya 2 m koland û tê de bi dirêjahiya 50 m ragar bi cih kirin. Lêçûna projeyê gihaşt 6 milyon lîreyên Sûriyê.

Li gorî berpirsan Şaredariya Gel a Hezîme bi rêjeya ji sedî 95 ji projeya kanalîzasyonê temam kiriye. Ev proje pirsgirêka kombûna ava lehiyan a ku şêniyên Mezret Meyselûn ji ber bi gazinc bûn, çareser kir.

Ji projeyên din ên ku şaredariyê pê rabûye, paqijkirina toreyên kanalîzasyonê û ragarên gundên girêdayî bajarokê Hezîme ji bo ku ava baran û lehiyan kom nebin. Bi taybet piştî ku ji ber barana di vê dawiyê de barîye 40 mal zirar dîtin. Ji ber wê şaredariyê 4 ragar li ser rêyan ava kirin da ku av kom nebe.

Têkildarî pandemiya Koronavîrusê şaredariyê hemleyên xweparastinê û dezenfektekirina 22 dibistanan da destpêkirin. Dezenfektekirina saziyan û cihên olî hîna berdewam e. Li rex wê şaredariyê derdora 3 hezar mal ji ber nexweşiya Laşmanya dezenfekte kirin.

Têkildarî projeyên pêşerojê û planên Şaredariya Hezîme hevserokê şaredariyê Ebdulkerîm El-Xelef got: “Şaredarî dê di çaryeka yekemîn de hewl bide projeya kanalîzasyonê li bajarokê bide meşandin. Projeya sererastkirina rêya El-Recim El-Ebyed di qonaxa duyemîn de berdewam bike.”

El-Xelef diyar kir ku şaredarî dê dest bi projeya ronîkirina rêya sereke ya gundê El-Hikumiye û avakirina parkek giştî li gundê El-Hetaş bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din