Şaredariya Hesekê dest bi paqijkirina çemê Ceqceqê kir

Şaredariya Gel a Hesekê dest bi paqijkirina çemê Ceqceqê kir û di nava 48 saetan de 100 metre derbas kir. Dê paqijkirin heta bi dirêjahiya 6 km berdewam be.

Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re û ji bo ava çemê Ceqceq baş biherike û li derdorê karesatên mirovî çêneke, Şaredariya Gel a Hesekê dest bi paqijkirina ava çem kir.

Şaredariyê beriya 2 rojan dest bi rakirina çop, giha û bermahiyên di hundirê çem de kir.

Di çemê Ceqceqê de gelek çop, giha û bermahî kom bûne, ji ber vê ava çem baş naherike û bûye cihê kelmêşan.

Şaredariya Gel a Hesekê dema vîrusa korona berbelav bû, kanala çem zêdetirî carekê dezenfekte kir, lê dîsa jî bi temamî ew kelmêş û giha paqij nebûn.

Şaredariyê di kêmî 48 saetan de derdora 100 metre paqij kir, ji pira taxa Miftî û heta Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan ku dirêjahiya wê 6 km metre ye, paqij kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Hesekê Beşar Ehmed diyar kir ku piştî çop û bermahî ji kanalan derxistin dê bibin cihekî li derveyî bajar û ji bo bêhnê dernexe dê bixin bin axê.

Tê payîn ku piştî paqijkirina kanalên çem şaredarî daran li peravên çem biçîne, da ku bedewbûnekê bide çemê bajêr.

Ehmed da zanîn ku wan dikandar û malên li hemberî çem hişyar kirin ku çopa xwe neavêjin çem û li gorî qanûnên paqijiyê tev bigerin, heke qanûnan bin pê bikin ew ê li gorî qanûnên paqijiyê werin cezakirin.  

Hevserok di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku bi şaredariya re alîkar bin û ji bo parastina kanalan û paqijiya wê çopê neavêjin hundirê çem.

(eh)

ANHA


Mijarên Din