Şaredariya Hecînê dest bi gelek xebatên xizmetguzarî kir

Şaredariya Gel a Hecînê ya rojhilatê gundewarê Dêrazorê bi desteka Desteya Şaredariyan û Xebatên Xizmetguzarî ya Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, dest bi gelek projeyan kir.

Şaredariya Gel a Hecînê hewl dide binesaziya bajarokê ya wêranbûyî, sererast bike. Şaredarî di vê çarçoveyê de, bi desteka Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi restorekirina navînên rêyên giştî, ziftkirin û ronkirina rêyan kir.

Şaredariyê dest bi restorekirina navîna rêya Bîst bi dirêjahiya 2 hezar û 200 metreyan ji nexweşxaneya giştî ya Hecînê heta çerxerêya Raye bi lêçûna 15 hezar û 350 dolarî kir.

Restorekirina navîna rê wê li ser gelek qonaxan pêk were. Destpêkê wê bermahiyên navîna berê werin rakirin. Piştre navîneke nû li şûna wê were avakirin û gelek cureyên daran û gulan lê werin çandin.

Li gorî çavdêrê projeyê Nasir El-Esker, proje wê di 90 rojan de bi dawî bibe. Her wiha piştrast kir ku wan asta kar zêde kiriye da ku beriya dema qedîna projeyê ya diyar, xilas bikin.

Li gel wan xebatan Şaredariya Hecînê hewl dide tora ronîkirina bajarokê li kolana Bîst, kolana Elî Bin Ebî Talib, kolana Xalid Bin Welîd û kolana Sereke ya sûka bajarokê bi dirêjahiya 3 hezar metreyan û bi lêçûna 3 hezar dolaran restore bike.

Li gorî endezyarê berpirsê projeyê, ev proje rolek di spandina ewlehiyê li bajarokê de dilîze bi taybet li gel ku wê kamerayan li tevahiya kolanên bajarokê bi cih bikin.

XETEKE NÛ JI STASYONA AVA HECÎNÊ YA SEREKE, AV DIGIHÊJE ZÊDETIRÎ 7 HEZARAN KESAN

Ji projeyên ku şaredarî pêk tîne, gihandina ava ji taxên Zuweye, Zir, Uşaq û Maqba û Raye ye. Şaredarî wê xeteke sereke ji stasyona avê ya Hecînê ber bi wan taxan ve dirêj bike. Av li wan taxan ji zêdetirî 9 salan ve kêm bû. Av wê bigihêje derdora 8 hezar kesan.

Dirêjahiya xetê wê hezar û 280 metre be û firehiya wê 8 inç e. Jê boriyek din bi firehiya 4 înçan şax dibe û digihêje taxa Meqbere. Şaredariyê ji 4-10-2020`an ve dest bi projeyê kiriye û tê payîn ku herî zêde di 35 rojan de biqedîne.

Derbarê vê projeyê de endezyarê berpirsê projeyê Îsa El-Xelef diyar kir ku, proje projeyek stratejîk e. Ji ber ku derdora 8 hezar kes bi pirsgirêka avê re rû bi rû mabûn. El-Xelef soz da şêniyan ku wê di dema projeyê ya diyar de, avê bigihînin tevahiya bajarokê Hecînê.

BIDAWÎKIRINA QONAXA YEKEMÎN A RESTOREKIRINA NEXWEŞXANEYA GIŞTÎ YA HECÎNÊ

Têkildarî projeya restorekirina nexweşxaneya giştî ya Hecînê, ya ku Komîteya Tenduristiyê ya Hecînê bi desteka Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavdêriya wê dike, endezyarê berpirsê projeyê Ebdulselam El-Nasîn got, werşeyên fenî qonaxa yekemîn bi dawî kir. Bermahî rakirin, dîwarên ku zêde zirar dîtine, hilweşandin û ji nû ve ava kirin. Da ku dest bi qonaxa duyemîn bikin. Di qonaxa duyemîn de, dê xebatên kanalîzasyonê û avê werin meşandin. Her wiha El-Nasîf piştrast kir ku kar bê navber û bi rêk û pêk dimeşe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din