Şaredariya Hecînê cihê çêkirina ziftê amade kir

Piştî xebata 3 mehan, Şaredariya Gel a Hecînê sererastkirina cihê çêkirina ziftê a tekane li herêmê bidawî kir, tê payîn ku di rojên pêş de dest bi kar bike.

Şaredariya Gel a bajarokê Hecînê di xebata xwe ya xizmetguzarî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de dewam dike, şaredariyê cihê çêkirina ziftê ya li bakurê bajarok amade kir, ku ew gaveke girîng e, ji ber rêya li herêmê gelekî xirab bûye û pêwîstiya wê bi sererastkirinê heye.

Mekanîzmeya kar didome, tê payîn ku şaredarî rêya ji gundê Ebo Herdob heta bajarokê Baxozê bi dirêjiya 90 km zift bike, şaredarî wek gava destpêkê cihên zirar bûne çêdike, piştî amadekirina boriyên kanalîzasyonê dê bi giştî bê zift kirin.

Berpirsê cihê çêkirina ziftê Eladîn El-Mihemed wiha got: "Armanca me başkirina xizmetguzariyê li bajarokê Hecîn û gundên wê ye, xebata me didome, heta ku jiyana xwazayî li herêma ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûye, vegere."

Eladîn da zanîn ku xebata ziftkirinê dê li hemû herêmên girêdayê Şaredariya Hecînê be, lê destpêka kar dê ji gundê Herdob heta bajarokê Baxozê be.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê piştî ku derbasî herêmên Dêrazorê bûn, amûrên cihê çêkirina ziftê dizîbûn.

ANHA

 


Mijarên Din