Şaredariya Girkê Legê dest bi projeyeke nû kir

Şaredariya Gel a Girkê Legê dest bi projeya kanalîzasyonê ya li naverasta bajêr kir da ku ava baran û lehiyan derbas bibe. Proje bi dirêjahiya hezar û 300 metreyan e.

Şêniyên navçeya Girkê Legê di zivistanê de azarên lehiyê li naverasta bajêr kişandin.

Sedema kombûna lehiyê li kolanan, neherikîna ava baranê di boriyên kanalîzasyonê re ye. Ji ber ku borî biçûk bûn. Her wiha bi sedema xitimîna kunên wan bûn jî. Li rexê tu boriyên taybet ên herikandina ava baranê tune bûn.

Bi armanca sînordarkirina vê pirsgirêkê, şaredariyê lêkolînek pêk anî û plana çêkirina kanalîzasyonê ya taybet ji baranê re danî.

Werşeyên pîşeyê ji çend rojan ve dest bi projeyê kiriye. Proje ew e ku borî bi dirêjahiya hezar û 300 metreyan li kolanên naverasta bajêr bên danîn ji Kolana Şehîd Tehsîn heta rêya Siwêdat. Li rexê jî dê deriyên ji bo baranê ava bikin da ku av li kolanê kom nebe.

Li gorî buroya pîşeyî ya Şaredariya Gel a Girkê Legê, boriyên bi firehiya 80 cm hatin bikaranîn. Lêçûna projeyê 85 milyon lîreyên Sûriyê ye.

Werşe di gelek astengiyan re di dema pêkanîna projeyê de derbas dibin. Ji ber ku torên ava vexwarinê û kanalîzasyonê hene. Lê pîşesazan tekez kir dê proje heta 3 mehan bi dawî bibe.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel got şaredarî dê gelek projeyên xizmetguzariyê beriya zivistanê bi dawî bike. Ji wan projeyan; reşandina kolanên bajêr bi madeya xîzê, projeya boyaxkirina keviyên rêya giştî, avakirina torên kanalîzasyonê yên taxên Şehîd Dilo û Şehîd Kawa û kolandina bîra ava vexwarinê li gundê Şêro yê navçeya Girkê Legê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din