Şaredariya Gel piştî barîna berfê xebatên xwe zêdetir kirin

Da ku rewşên awarte kontrol bike, Şaredariya Gel a Herêma Cizîrê kar û tevgera xwe zêdetir kir û rêyên ku ji ber berfê hatine girtin, vedike.

Ji şeva din ve li seranserê Rojava berf dibare. Ji ber berfê tevger bi temamî rawsetiyaye. Çûn û hatin jî sekiniye û dikanan deriyên xwe girtine.

Her wiha hemû dibistan û piraniya sazî û daîreyên fermî hatine girtin. Dergeha Sêmalka ya di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî ji xizmetê derketiye.

Ji ber barîna zêde ya berfê ku bilindahiyê wê gihîşt zêdetirî 20 cm’an, ji saetên sibehê yên îro de, Şaredariya Gel li seranserê bajar, navçe û bajarokên herêma Cizîrê tedbîrên zêde girtine û hemû erebeyên xwe xistine tevgerê da ku rêyan veke.

Li herêmê ji sala 2015`an de berf nebarîbû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din